LUQMAN GULDIVÊ


Tişta em jê re li gelek deveran û gelek caran dibêjin “Sersala Kurmancî” di rastiya meseleyê de sersala li gorî salnameya mîladî ya julyen e. Ev salnameya li gorî rojê û mîladî sala 1582´yan ji aliyê Papa Gregorî yê 13´emîn ve hat sererastkirin: Ev sererastkirin jî % 0,002 sererastkirina dirêjiya salê bû. Sedem jî ew bû ku bi demê re salvegerên pîrozbahiyên dînî dişemitîn û nexasim jî cejnên wekî hekesorkê di dema xwe de nedikarîn werin pîrozkirin. Ji hingê ve Salnameya Gregorî 13 rojan bi paş ve hat kişandin. Herçî deverên Ortodoks bûn ev reforma salnameya mîladî bi cih nekirin û li ser salnameya xwe ya berê man. Ji ber wê jî sala “Kurmancî” her 13 rojan piştî ya reformbûyî ku niha belav li kar e, dest pê dike. Kurdên ku pîrozkirina ti sersalê li xwe nedibihurandin* jî bi adet û rêûresmên xwe ev Sersala “Kurmancî” veguherandin sersaleke Kurdewar.

Herçî sersala “Kurmancî” ye bi hin sembol û pîrozbahiyên ji rêûresmê tê nasîn. Biya min wê di cih de be mirov behsa maneyên van sembolan bi kurtî bike da ku her wiha ji adet û pîrozbahiyan jî fêm bike.

Ji van a pêşî Kalê Salê ye ku ew jî li gorî adetê nûneriya sala bihurî dike, pê re jî Ciwanê Salê heye ku temsîla sala li pêş mirovî dike; her çî Bûka Salê ye, ew jî nûneriya jiyana her sal bi dewrê vedigere. Em van karakteran bi rengekî di adetên pîrozkirinê de jî dibînin. Lewma serêsalê wekî cejnên din ên civakî koma zarok û ciwanan bi hev re derî bi derî digerin, sersalê pîroz dikin, şîrînahiyan û mîweyên zivistanê berhev dikin. Dema vê dikin li hin herêman fîgurên mîna Qirdikê Salê, Bûka Salê hene. Qirdikê Salê tecrûbeya civakî ya gelek salan jî temsîl dike, lewma cil û bergên diriyayî, kevin ji hev de ketî lê ne, rûyê wî bi qirêj û teniyê hatiye boyaxkirin. Lê belê ev Qirdik ji ber nûneriya tecrûbeya civakê ye jî di dema pîrozbahiyê sersalê de pêşî dipeyive.

Hem ciwan, hem keç û hem bedew

Herçî Bûka Salê ye, hem ciwan, hem keç û hem bedew e; ew hem destpêka dewra salê ya nû ye û hem jî vegera jiyanê ye; ew bi rengekî ku bedew be hatiye xemilandin û cil û bergên xweşik jî li ber in. 

Kalê Salê rih û por spî ye, kirasekî spî lê ye, qof bûye, gopalek yan jî darek destê wî de ye. Westiyayî xuya dike. 

Ciwanê Salê bi xwe, xortekî li ser xwe ye. Cil û bergên wî nû ne. Ew bejn dirêj û zirav e, ji xwe piştrast û xurt e. Ew tevî qelûna xwe timî li kêleka Bûka Salê ye.  

Kalê Salê û Ciwanê Salê ji ber Bûka salê tên hemberî hev, û Bûka Salê wekî nûneriya maqûliya jiyanê, kevinê red nake û ya nû jî li ser bingehê ya kevin datîne û ava dike. 

Serê salê û binê salê

Ha di rê û resma Sersala Kurmancî de wê şeva ku binê salê ye û wê li serê sala nû biqulibe, komek keç û xortên din û zarokên gihiştî bi hev re derî bi derî digerin li nava kolanên gund yan jî bajêr. Ev rîtuela qulibîna salê dikeke şanoyê ye ku tê de herî zêde Qirdikê Salê bi gotin e û carinan jî Kal û Ciwanê Salê dipeyivin. Lê dema mirov çend ristên strana “serê salê û binê salê” destpêkê dibêje, her kesa/ê di komê de bi hev re wê dibêje:

Serê salê binê salê

Xwedê kurekî bide kevaniya malê

Heçî nede mar pêvedê

Kebaniyê ser zêrînê

Destê xwe biavêje kûlînê

Behra qirdik zû derînê

Serê salê, binê salê 

Xwedê kurekî bide kevaniya malê

Zarok birçî ne li malê

Kevaniyê delalê behra Qirdik

Helîl û mewîjan derîne ji kewarê 

Tê bibînî bi xweşî biharê

Vediguhere rîtueleke folklorîk

Li hin deveran, piştî ku kom şîrînahî û mêweyên xwe berhev dike, diçin li maleke diyar dicivin. Li vir ji bo wan hin hazirî hatine kirin. Li vir pirraniya caran Kal û Ciwanê salê didin ber hev ku di encamê de Ciwanê salê bi ser dikeve. Zebeşekî ji bo sersalê diyarkirî jî li nivê hola mala civînê jî hatiye danîn ku bi saeta qulibîna salê ango nîvê şevê re tê şikandin. ** 

Bi van rengên xwe hemûyan Sersala Kurmancî di van salên dawî de vediguhere rîtueleke folklorîk a ji civakê dûr dikeve û wekî çalakiyeke çandî a dezgehên çandê marjînal dibe.  

* Newroz, Serê Nîsanê, ziyafetên di navbera Hezîran û Tîrmehê de, Sersala mîladî û ya Kurmancî hin ji van in. 

** Ji bo bêhtir agahiyên li ser daneberheva Kal û Ciwanê Salê li nivîsa Medenî Ferho a di PolîîtkArtê de binihêre; “Medenî FERHO: Sersala Kurdan: Ji nû ve bûyîn“, 9´ê Çile 2016.