Li Kobanê bi sedan kes serî li konên sersaxiyê ku li gundê Şera ji bo şervanê YPG᾿ê Dilovan Kobanê ku di pevçûnên Til Ebyedê de jiyana xwe jidest da, dan.Di nav welatiyan de endamên Yekîtiya Star, Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, Ciwanên Şoreşger, PYD û PDKS jî hebûn. Dema welatî gihiştin bin konê sersaxiyê bê navber duruşmeyên silavkirina berxwedana YPG᾿ê berz kirin. Piştre kerwanê welatiyên berê xwe dan Kobanê û çûn bin konê sersaxiyê ku ji bo şervanê YPG᾿ê Mehmûd Bekir Muslum li taxa Botan a li Rojavayî Kobanê hatiye vedan.

Li vir Endamê PDKS᾿ê Îsa Kêlo axivî û diyar kir ku bi saya berxwedana şervanên YPG᾿ê gelê Kurd bi ser dikeve. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî axaftin hatin kirin. Li Dêrikê jî bi sedan kes ku nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî jî dinavde,  çûn serdana konê sersaxiyê ku li ber navenda Ciwanan a Dêrikê ji bo şervanên YPG᾿ê Mazlûm Dêrik, Rêbaz Dêrik, Demhat Çelaxa, Ciwan Efrîn û Murad Qamişlo ku di pevçnên dawî li Til Elo û Siwêdiyê jiyana xwe jidest dane, hatiye vekirin.
Li navçeya Şêrawa ya Efrînê jî bi sedan kes çûn serdana malbata şervanê YPG᾿ê Ferîd Hemkro binasnav Çiya ku li Şêxmeqsûda Helbê  jiyana xwe jidest dabû û sersaxî xwestin.

NAVENDA NÛÇEYAN