Demokrasiya mînak
Di peyama TEV-DEM'ê de pêşketinên dîrokî yên li Rojava jî hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: "Ji her kesî re hate nîşandan ku gelê me li Rojavayê Kurdistanê bi hêza xwe ya pêşeng pêngavên zaniyar avêtin, gelek gund û bajarên xwe ji destê rejîmê rizgar kirin û pararastina wan kirin. Gelên Rojava li ser sê herêmên xwe kantonên demokratîk ava kirin û diyar bû ku pêngava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo pêkanîna hêviyên gelan ên azadiyê û demokrasiyê mînak e.
Li hemberî van rastiyan hin hêzên tarî ku dijminahiya gelê Kurd û hêviyên wê dikin, piştî ku li Sûriyê û Rojava bi bin ketin, li şûna ku li xwe vegerin û şaştiyên xwe sererast bikin, êrîşên xwe bi kîn li dijî şoreşa gelê Rojava tundtir kirin. Ji bo ku şoreşê dorpêç bikin, vîna gel bişkînin, hêviyên gel û daxwaza wan ên pîroz û ji bo Sûriyeke demokratîk têk bibin, ambargoya li ser Rojava, kolandina xendekan û avakirina dîwaran a di navbera yek laşî de ava dikin. Avakirina dîwaran, kolandina xendekan û êrîşên çeteyan ku di bin navê DAIŞ’ê de li dijî gelê Rojava bi hevre tên meşandin, ne tesadufî ye. Ev rêxistina DAIŞ’ê wekî amûrekî li dijî gelê Kurd û destkeftiyên wê hate bikaranîn."
Berxwedana dîrokî ya Kobanê
TEV-DEM'ê diyarkir ku hêzên dij Kurd hewl dane bi têkbirina Kantona Kobanê Şoreşa Rojava têk bibin lê bir berxwedana mezin ev hewldan vala hatine derxistin. Peyamê wiha dom kir: "Hêzên tarî û alîgirên wan herêma Kobanê wekî xaleke lewaz di Rojava de dîtin û li ser vê yekê dest bi êrîşên li dijî herêma Kobanê kirin û ji bîr kir ku Kobanê dergûşa şêr û lehengan e. Tevî ambargoya dijwar li ser herêma Kobanê û tevî alîkariyên lojîstîk ji çeteyên DAIŞ’ê re, gelê me li herêma Kobanê di bin ala tevgera me de û bi saya şervanên YPG’ê di meha bihruî de berxwedaneke bêhempa da meşandin û dijmin beriya dostan bi vê berxwedanê îtîraf kirin."
'Emê rêya wan bişopînin'
Di dawiya peyama TEV-DEM'ê de berxwedana Kobanê hate silavkirin û wiha hate gotin: "Em berxwedana YPG’ê silav dikin û bejna xwe li pêşberî ruhê şehîdên YPG’ê ditewînin. Em bang li gelê xwe û bi taybet ciwanan dikin ku piştgiriya hêzên YPG’ê bikin û ji bo parastina ax û rûmetê tevlî nava refên wan bibin.
Em însyatîfa ciwanên Bakurê Kurdistanê ya ji bo parastina Şoreşa Rojava jî silav dikin û em bejna xwe li pêşberî ruhê Şehîd Hêlîn, Rûken, Dilşa, Rizgar û hemû şehîdên Rojava ditewînin, her wiha sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin. Em soz didin ku heta hêviyên gelê me yên azadî û demokrasiyê pêk werin, emê rêya şoreşê bidomînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN