Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî diyar kir ku ew bê merc û bi şêweyekî eşkere amadene li gel Bexdayê diyalogê bidin destpêkirin û guftûgoyê bikin. Li aliyê din Bexdayê hin mueyîdeyên din li dijî Başûrê Kurdistanê xistin dewrê. Bi ser halan de parlamena Îranê di rûniştina xwe ya pêr de biryar da ku ji bo muzakereyan şandeke parlamneteran bişîne Iraqê.
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî doh li Selahaddîn pêşwazî li Balyozê nû yê Yekîtiya Ewrûpa yê Iraqê û şanda pê re kir ku ji berpirsê YE’yê li Rojhilata Navîn, Bakûrê Efrîqa û berpirsê Ofîsa YE´yê li Herêma Kurdistanê pêk dihat.
Li gorî agahiyên ragihandina buroya Mesûd Barzanî belav kirî, di hevdîtinê de şanda Ewrûpa diyar kiriye ku ew di çarçoveya navdewletî de amade ne xebatê bikin ji bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê de û dixwazin ew krîza heyî bi rêya diyalogê bê çareserkirin.
Barzanî jî di heman hevdîtinê de got; “Me pêş ragihandina referandûmê got, piştî referandûmê em ji bo guftûgoyan amade ne. Niha jî Kurdistan amade ye ji bo diyalogên bi zanyariyên eşkere, bê ti mercek û em dem jî didin guftûgoyê.”
Iraqê xwe li Kurdistanê gij kir
Desteya Ewlekariyê ya Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê biryarên nû dan. Yek ji biryaran ew e ku torên pêwendiyên telefonên li Herêma Kurdistanê bikeve bin desthilatdariya Hikûmeta Navendî ya Iraqê de.
Desteyê bi Serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de civiya û ji ber referandûma Herêma Kurdistanê biryarên nû li dijî Hewlêrê dan. Ofîsa Ragihandina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî têkildarî naveroka civînê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de tê gotin; "Ji bo herêmên nakok careke din bikevin bin kontrola hikûmeta navendî, divê gavên nû werin avêtin. Biryarên tên girtin, ne ji bo cezakirina gelê Kurd e, ji bo berjewendiyên wan e."
Di dewama daxuyaniyê de jî tê gotin; "Desteyê biryar da ku torên telefonan bikevin bin desthilata hikûmeta navendî û veguhezine Bexdayê. Wê Deste daxwazên Iraqê bişopîne ku daxwaz ji Îran û Iraqê hatibû kirin ku pêwendiyên xwe yên bazirganiyê li gel Herêma Kurdistanê qut bikin. Divê hemû cûre danûstandinên bazirganî bikevin bin desthilata hikûmeta Iraqê de."
Tifaqa bêbext a Îran-Tirkiye û Iraqê
Li gorî agahiyên Ajansa Xwendekarên Îranê, Îstayê, rûniştina parlamena Îranê pêr bi amadebûna Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Îranê, têkildarî referandûma Herêma Kurdistanê pêk hat.
Hat ragihandin ku di destpêkê de, rapora Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Cewad Zerîq a têkildarî beşdarbûna wî ya merasîma cenazeyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî hat xwendin û piştre behsa hevkariya rejîma Îranê, Iraq û Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.
Her wiha di rûniştina Parlamentoya Îranê ya têkildarî referandûma 25'ê Îlonê Herêma Kurdistanê pêk hatî de, biryar hate dayîn ku ji bo nîqaşên li ser referandûmê şandeke parlamenteran serdana Iraqê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN