Bi armanca perwerdeya bi zimanê Kurdî li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Li Amedê xebatkar û rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, têkildarî boykota dibistanan de li avahiya saziyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Ji bilî xebatkar û rêveberan bi dehan zarok jî tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla zaroka bi navê Rojda Ozturk ve hat xwendin. Ozturk diyar kir ku pêvajoya ku ji alîyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin gihîştiye asteka nû û pewîste ji îro pêde ji aliyê dewletê ve gav werin avêtin. Ozturk bal kişand ser mafên mirovan ên xwezayî û got ku perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo kurdan mafê herî xwezahî ye. Ozturk bang li hikuûmeta AKP'ê kir û xwest AKP dev ji polîtîkayên salên 90'i ya li ser gelê kurd tê meşandin berde û zimanê kurdî wekî zimanê fermî qebûl bike. Ozturk da zanîn ku ew jî dê wek hemû zarokên kurd hefteyekê dibistanan boykot bike û heya zimanê kurdî bibe zimanê fermî ew ê tekoşîna xwe bidomînin. Daxuyanî bi stranên kurdî ên ji alîye zarokan ve hat gotin bi dawî bû.

Kerwasî bang kirin

Li gundê Kerwas a navçeya Licê ya Amedê, ku di salên 90'î de hatibû valakirin, gundiyan bi avayekî kollettîf derfetên xwe ji bo perwerdehiya kurdî bide dibistanek ava kirin. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryar da ku dibistanê hilweşîne. Hevşaredarê Licê Harun Erkuş, destnîşan kir ku biryara hilweşandinê derhiqûqiye û da zanîn ku boneya gund di nava sînorên navçeyê de ye dadgeh nikare vê biryarê bigire. Erkuş, anî ziman ku di vî warî de raye aydê şaredariyê yê û loma ev biryar jî bê hiqûqiye. Serê sibê gelek leşkerên ku bi wesayîtên zirxî dest bi operasyona hilweşandina dibistanê kiribûn, li hemberî berxwedana gel neçar man û paş ve kişiyan. Gundiyan jî li hemberî operasyona leşkeran li ber dibistanê dest bi nobetê kirin. Welatiyên gundên derdorê ku bihistin biryara hilweşandina dibistanê hatiye girtin li nokteyên leşkerî yên li Qereqola Mermer û Qereqola Duru tên astengkirin. Çûn û hatine Licê bi biryara walitiyê hatine girtin.


Daxwaza perwerdeya Kurdî
Welatiyên li navçeya Erdîşa Wanê bal kişandin ser polîtîkayên bişaftinê, qedexeya li ser zimanê kurdî û li ser girîngiya bagewaziya KCK'ê ya "boykotê" rawestiyan. Welatiyan xwestin zarokên wan bi zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin û ev tişt anîn ziman: "Ev polîtîkaya qedexekirinê ya li ser zimanê kurdî tê meşandin li derveyî ruhê 'pêvejoya çareseriyê' ye. Divê di demek kurt de bersivê bidin daxwaza me ya perwerdehiya kurdî." Welatiyê bi navê Ferît Baran diyar kir ku biryara "boykotê" biryareke dîrokî ye û bang li her kesî kir ku xwedî li vê çalakiyê derkevin. Baran da zanîn ku divê ji bo zimanê kurdî têbikoşin û wiha got: "Em wekî dayik û bav divê ji bo jiyaneke azad û ji bo zarokên me bi zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin têbikoşin."

'Zimanê me qedexe ye´

Welatiyê bi navê Adam Sala jî got ku ew li malê ji bilî kurdî bi zimanekî din napeyivin û wiha axivî: "Hesreta me ya zimanê zikmakî hesreta sedan salan e. Em êdî dixwazin bi ev zimanê me yê bi qedexeyê û çewisandinê re rû bi rû hatiye hiştin bijîn. Ezê zarokên xwe neşînim dibistanê. Êdî ev yek ji daxwaza demokratîk derketiye û bûye çalakiyeke mirovahî û wijdanî. Kesên ku ji xwe re dibêjin 'Ez kurd im û mirov im' zimanê xwe biparêze û hefteyekê dibistanan boykot bikin." Maksut Yildiz jî anî ziman ku çalakiya boykotê helwesteke demokratîk e û wiha pêde çû: "Ji xwendekaran bigirin heta malbatên wan û mamosteyan ji bo jiyandina zimanê zikmakî divê xwedî li vê çalakiyê derkevin. Ji bo ev çalakî bigihîje armanca xwe divê her kes xwedî lê derkeve."

'Perwerdeya Kurdî şert e´

Endamê Egîtîm-Senê Necdet Tablak jî da zanîn ku gelê kurd bi salan e li her derê daxwaza perwerdehiya zimanê kurdî tînin ziman û wiha berdewam kir: "Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Çima ev gel ji vî mafî bêpar tê hiştin? Ger ku xwendekarek bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne wê demê dê bi serkeftî be. Heke xwendekarê dibistana seretayî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne wê demê wê bêhtir bi dibistanê ve were girêdan. Mamoste dersê bi tirkî dibêje, xwendekar jî bi kurdî guhdar dike. Ev yek dihêle ku ne mamoste perwerdehiyeke baş bide û ne jî xwendekar perwerdehiyeke baş bibîne."

Jiyan Kurdî, ders Tirkî

Xwendekar Onder Keklîk yê 14 salî, bi bîr xist ku ew bi salan e li dibistanê perwerdehiya tirkî dibîne û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku mamoste dersê bi tirkî dibêje ez tiştekî jê fêm nakim. Gelek peyvên wî ji bo min biyanî ne. Ji ber vê yekê ez ji dibistanê sar bûme. Ez ê ji bo zimanê xwe tevlî vê boykotê bibim û hefteyekê neçim dibistanê." Mahye Açik ya 17 salî jî bilêv kir ku divê ji niha şûnde tu kes li hemberî vê qedexeya li ser zimanê kurdî tê meşandin bêdeng nemînin û wiha axivî: "Ji ber ku em bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin ji dersan biyanî ne û fêm nakin. Em di ezmûnan de ne serkeftî ne. Zimanê kurdî mafê me ye û ji bo em vî mafî bi dest bixin divê her kes piştgiriyê bidin vê boykotê."

NAVENDA NÛÇEYAN