Di merasîmê de Serokê Şaxa KurdÎ-DER'ê ya Geverê Evliya Alkan axivî û diyar kir ku gelên zimane dayika xwe nizanin dê pêş nakevin û wiha berdewam kir: "Em kesên sertîfîkayê didin wan wek kedkarê zimanê Kurdî dibînin. Dê ev kedkar zimane Kurdî pêş bixin."
Endama Koordînasyona TZPKurdî Besîm Baykal jî, axaftina xwe bi şermezarkirina bi îdiayên li geliyê Tiyarê çekên kîmyewî hatiye karkirin dest pê kir. Baykal, bal kişand li ser girîngiya ziman û wiha axivî: "Divê edî gelê Kurd bi şûna zimane tirkî bi zimane Kurdî zarokên xwe mezin bikin, bi Kurdî bifikirin û tirkî nexavin. Dê edî Kurd bi Kurdî bifikirin û Kurdî biaxivin. Bila hemû mal, gund û tax ji bo Kurdî bibin dibistan. Divê esnafên me jî di jiyana rojane de Kurdî biaxivin."
Piştî axaftinan, 105 kursiyerên di nav de Serokê Baroya Colemêrgê Kutbettîn Beyazit, edîtorê Malpera Nûçeyên Geverê Erkan Çapraz jî hene sertîfîkayên xwe girtin.
DÎHA/COLEMÊRG