
Şervanê YPG'ê yê Ingilîz Jac Holmes, li Reqayê di operasyona rakirina mayinan de şehîd bû. Şervanê Ingilîz ê 24 salî, ku sala 2015'an tevlî nava refên YPG'ê bû, ji bo pêşî li vegera sivîlan veke mayinên li nava bajêr radikirin. Di dema rakirina mayinan de şehîd bû. Dayik Angie Blannin ji BBC´yê re axivî û got, "Ew ji bo min lehengek bû. Dixwest li pey bîr û baweriya xwe biçe û bibîne ku li Reqayê xîlafet qediyaye. Ev yek kêliyeke dîrokî bû û dixwest bibe parçeyek ji vê kêliyê." Holmes, ku di pêngavên Til Hemîs, Minbic, Tebqa û Reqayê de cih girt, di şerê Reqayê de cihê xwe di nava koma ji 4 sekvanan de digirt. Endamên din ên komê, mîna wî şervanên dilxwaz in ku ji Spanya, DYE û Elmanyayê hatine.
REQA