Du şervanên ji tîma tenduristiyê ya YPG’ê, dema hewl didan zarokekî koçber ê 14 salî rizgar bikin, şehîd bûn. Pêr bi şev li nêzî şirketa elektrîkê ya li rojhilatê Dêra Zorê, zarokekî koçber ê 14 salî ji çeteyên DAIŞ‘ê reviya û hewl da xwe bigihîne şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê. Lê belê çeteyan gule lê reşandin û zarok ji destê xwe birîndar bû. Tîma tenduristiyê ya YPG’ê, ji bo rizgarkirina zarokê birîndar berê xwe da herêmê, lê di vê kêliyê de mayina çeteyan taqiya. Ji ber teqînê 2 şervanên ji tîma tenduristiyê şehîd bûn, şervanek jî birîndar bû. Rewşa tenduristiyê ya zarokê birîndar niha baş e. 


 DÊRA ZOR