
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li taxa Hezawnê ku taxa herî mezin a Minbicê ye ji sedî 60 rizgar kirin. Dîsa şervanan li bakurê bajêr jî 3 maşîneyên çeteyan ku doçka li ser bûn rûxandin û gelek çete kuştin.
Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla di roja xwe ya 38. de didome.
Di çarçoveya hemleyê de şervanan, li taxa her mezin a bajêr Hezawnê ji du aliyan ve operasyona rizgarkirina taxê dabû destpêkirin. Di şerê dijwar ê 4 rojan de şervanên Meclîsê ji sedî 60´ê taxê rizgar kir.
Şervanên Minbicê cihên stratîjîk, ku di nav de bexçeyê taxê jî heye, ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Gelek çeteyên DAIŞ'ê di van 4 rojan de hatin kuştin û miqdarek ji cebilxaneya wan ket destê şervanên hêza Minbicê.
Şervanên ku niha di taxê de şer dikin, diyar kirin ku ew ê kolan bi kolan şer bikin û Minbicê ji çeteyan rizgar bikin.
Di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û navenda bajêr ku Çargoşeya ewlekariyê û Berîd lê ye, tenê 900 metro mane.
Şervan bipêşketina xwe ya ji aliyê rojhilatê bajêr ber bi dibistana Eqîl ve didomînin. Li derdora dibistanê şerekî dijwar qewimî. Di vî şerî de 3 çete hatin kuştin.
Li eniya bakurê bajêr jî di navbera şervanên meclîsê û çeteyan de li herêma Sebi Behrat şerekî dijwar qewimî. Çeteyan di encama vî şerî de hewl da ji xaçerêya Sebi Behrat di ser rêya Minbic-Cerablûs re birevin. Lê şervanên meclîsê hewldana revê ya çeteyan pûç kir û du maşîneyên çeteyan ku doçka li ser bûn, rûxandin û herî kêm 4 çete kuştin.
75 mayîn hatin rakirin
Li eniyên başûr û rojava yên bajêr jî şervanan 5 çete kuştin û maşîneyeke çeteyan rûxandin û gelek çekên ku çeteyan li taxa Hezawne li pey xwe hiştibûn, desteser kirin. Li aliyekî din jî ekîbên taybet ên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 75 mayînên çeteyan bicihkirî rakirin.
DYE´yê serketian li Minbicê piştrast kir
Nûnerê Qesra Spî yê şerê li dijî DAIŞ´ê Brett McGurk jî bipêşveçûna Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD´ê bi rêya medyaya civakî ragihand. McGurk di peyama xwe de got, tevahiya êrişên DAIŞ´ê li Minbicê bi şikestine û wendahiyên giran ji bo DAIŞ´ê bi encam bûn û hêzên QSD´ê êdî bi zexmî piyê xwe li bajêr danîn.
DAIŞ derban dixwe Tirkiye diêşe
Li aliyê din doh danê êvarî nûçe belav bûn ku Artêşa Tirk bi obusan êrîşî şervanên pêngava rizgarkirina Minbicê dike. Li gor agahiyên nûçegîhanên ANF’ê yên li herêmê, obusên ku artêşa Tirk davêje xaka Rojava, li deverên şervanên pêngava rizgarkirina Minbicê dikevin. Heta amadekirina vê nûçeyê jî vê topbarana dewleta Tirk dewam dikir. Çavdêr dibêjin, piştî ku serketina şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê piştrast bû û derb li çeteyan ketin, Tirkiyeyê li xwe qewimandiye û êrişî şervanan kiriye.
ANHA/MINBIC