Şervana YPJ’ê Toprak Arik (Toprak Çerkez) sala 2014’an di berxwedana bajaroka Holê ya Hesekê de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Çerkez doh ji aliyê bi sedan kesî ve li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê ya Dirbêsiyê bi merasîmekê hate definkirin. Bi sedan welatiyên Dirbêsiyê û Zurgan ji bo wergirtina cenazeyê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê hatin cem hev. Girseya ku bênavber dirûşme berzkirin, piştî wergirtina cenazeyê bi karwanekî tirûmpêlan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ve bi rê ketin. Li goristanê merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir, paşê endama rêveber a Saziya Malbatên Şehîdan Merdiya Ehmed û Endama Fermandariya YPJ’ê Arîn Qamişlo axivîn.


Wê dijberên gel têk biçin

Di axaftinan de soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn û hate gotin ku dê hemû pirojeyên dijberiya gelê herêmê dikin wê têkbiçin û destnîşan kirin ku bi saya berxwedana têkoşeran dê şoreşa azadiyê biser bikeve. Piştî axaftinan sicila şervana YPJ’ê hate xwendin û radestî hevalên wê hate kirin. Di dawiya merasîmê de cenaze bi dirûşman hate definkirin. 


 ANHA / DIRBÊSIYÊ