Serêkaniyê anî ziman ku di nava malbata wê de bi taybetî xalên wê gelek pêkûtî li wê dayika wê kirine û wiha berdewam kir: “Ji bo ku ez û dayika min bi Kurdan re neaxivin û têkîliyan daneynin gelek pêkûtî li me kirin. Min li dijî xalên xwe yên ku piştgirî didan çeteyên DAIŞ’ê û bi taybetî dixwestin ez ji jinên Kurd dûr bisekinim helwest girt. Nedihîştin jin j imalê derkevin derve. Jin tune dihesibandin û wekî koleyan nêzîkî wan dibûn. Min jî li dijî vê yekê îsyan kir.”
Serêkaniyê destnîşan kir ku ew bi tevlibûna YPJ’ê biryara şerkirina li dijî vê ferasetê girtiye û têkane riya azadiya jinê çek hilgirtin û şer kirin e.
‘Riya diçe azadiyê’
Serêkaniyê bilêv kir ku wê demeke dirêj pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayeke veşartî xwendiye û pirtûkên ku xwendiye gelek guhertin di wê de pêk aniye. Serêkaniyê wiha got: “Fikrên rêbertiyê dihêle ku îro jinên ji hemû gelan li vir bin, di eniya hevpar de şer bikin. Tişte kum in di YPJ’ê de dît jî ew e ku jin dikare bibe îrade.Ji bo azadiya jinan qada têkoşînê heye û ez jî bawer dikim ku ji bo vê yekê bê şerkirin.” Serêkaniyê got ku tu wateya cudatiye ziman, nijad û bewariyê nîn e û ya girîng azadiya jinên ku wekî kole tên dîtin e û wiha axivî: “Êdî dema serastkirina hemû şaşîtiyên li dijî jinan e. Ez bi YPJ’ê ve ketim riya ku diçe azadiyê.”
Serêkaniyê piştî perwerdehiya bi mehan berdewam kir bi rêhevalên xwe re çûye yekîneya xwe ya nû û bi rûyê xwe yê ken ve dibe hêviya jinên cihanê.
ÎSMAÎL ESKÎN/DÎHA/SERÊKANIYÊ