Şervanên QSD`ê bi hezaran sivîlên ji çeteyên DAIŞ`ê reviyayî, rizgar kirin û ew gihandin cihên ewle. Li aliyê din êrişa Çeteyên DAIŞ´ê a li dijî gundê Ayîd Kebîrê jî hat şikandin û herî kêm 10 çete jî di şer de hatin kuştin.

Şervanên QSD`ê ku Qonaxa 4. a Hemleya Xezeba Firatê di 13`ê Nîsanê de dabûn destpêkirin, bi hezaran sivîlên ji herêmên çeteyên DAIŞ`ê dahirkirî, rizgar kirin û ew gihandin cihên ewle.

Di dîmenên li aliyê bejahiya bakur-rojavayê bajarê Reqqayê de diyar dibe ka çawa sivîl pena xwe digihînin herêmên QSD`ê.

Çete şikestin û kuştî li dûv xwe hiştin

Li aliyê din, şervanên QSD’ê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî gundê Ayîd Kebîrê têk bir. Di şer de jî herî kêm 10 çete hatin kuştin. 

Çeteyên DAIŞ’ê doh danê sibehê saet 05:00´an, bi çekên giran êrîş birin ser gundê Ayîd Kebîr, ku 3 kîlometreyan li başûrê bajarê Teqbayê ye. Şervanan di cih de bersiv da êrîşê û şerekî dijwar li wir qewimî.

Li ser bersiva tund a şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), çeteyan hewl da êrîşên bombeyî yên xwekujî bikin. Xwekujên DAIŞ’ê berî ku bigihêjin armanca xwe, hatin kuştin.

Êrîş qederê saet 09:00´an bi temamî şikest. Di şer de herî kêm 10 çete hatin kuştin. Piştî şikandina êrîşê, hîna jî li der dora gund carinan dengê teqeyan tê bihîstin. 


REQA