Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer wergirtine, çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam ji pêr şev heta doh serê sibehê bi çekên giran êrîşî gundê Efrînê yê Bênê û gûndê Basûfanê yê li navçeya Şerawa dikirin. Hêzên YPG/YPJ’ê û QSD’ê bersiva êrîşan dan û di encamê de gelek çete hatin kuştin. Lê belê hejmara kuştiyên çeteyan nehat zelalkirin. Dema me nûçe amade dikir şerê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyan li derdora gundê Efrînê yê Şewarixa jî dewam dikie.
Tirimpêl hatin teqandin
Li gorî agahiyên Navenda Çapemenî û Ragîhandinê ya YPG’ê, 14’ê Kanûnê çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Aşra yê li şûnûwarên Çiyayê Kizwana êrîşek pêk anîn. Hêzên YPG’ê di cih de bersiv dan êrîşa çeteyan a bi du tirimpêlên bombebarkirî. Şervanên YPG’ê tirimpêleke çeteyan ji dûr ve teqandin, tirimpêla din jî derbe dan û bêbandor kirin. Li gorî agahiyan 3 çete hatin kuştin.
15’ê Kanûnê jî çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundê Miço yê nêzî bajarokê Silûkê êrîşek lidar xistin. Di şerê navbera çeteyan û YPG’ê qewîmî de 2 çete hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN