Di şerê pêr danê nîvrojê destpêkirî de li 6 taxên Reqayê 78 çete heta doh hatin kuştin, termê 30´î ji wan di destê şervanên QSD`ê de ye.

Hemleya rizgarkirina Reqayê ango Cenga Mezin di roja 74´an de gav bi gav bi pêş dikeve û şer dijwartir dibe. Di vê çarçoveyê de ji pêr nîvrojê ve şer li gelek taxan qewimî û heta saeta amadekirina nûçeya me jî vî şerî dewam dikir. Li taxa Mansûre ya rojhilatê bajêr, şer dijwar  bû, di encamê de jî 12 çete hatin kuştin. Pê re jî erebeyeke bombebarkirî beriya ku bigihêje hedefa xwe ji aliyê şervanan ve hat ruxandin û ziyan negihîşt şervanan .

Dîsa li rojhilatê bajêr li taxa Reşîd, di encama şer de 17 çete hatin kuştin, erebeyeke bombebarkirî hat ruxandin.


Çete li her bereyê derban dixwin

Li navenda bajêr jî li taxa Rewda di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şer qewimî. Li vir jî 7 çete hatin kuştin û fabrîkeyeke çêkirina erebeyên bombebarkirî hat ruxandin.

Li taxa Nezlit Şehade ya başûrê bajêr di encama şerê giran de 29 çete hatin kuştin, û ji van termê 27´an tevî cebilxaneyan wan û depoyeke cebilxaneyê ketin destê şervanên QSD´ê.

Li taxa Deriyê ya rojavayê bajêr di şerî giran de 5 çete hatin kuştin, termên 3´yan ji wan ketin destê şervanan. Li vir jî şervanan erebeyeke bombebarkirî zeft kir.

Li taxa Berîd ya bakurê bajêr jî di encama şer de 8 çete hatin kuştin.

Di encama şêrê ji doh nîvrojê ve li 6 taxan qewimî, 5 şervanên QSD’ê şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. 


REQA