Şervanê Amerîkî yê ku niha li Şengalê ye, dibêje; “Tişta em li vir dikin, ne tenê ji bo vir, ji bo tevahiya cîhanê girîng û bi wateye.” 

Şervanê Amerîkî Christopher Ledber ji bo şerê bi DAIŞ’ê re li Şengalê û di nava Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ)’ê de ye. Ledber der barê armanca tevlîbûna xwe de bi ajansa me re axivî.

Christopher Ledber di axaftina xwe de bal kişande ser revandina jin û zarokên Êzîdî û destdirêjiya li ser wan û wiha axivî: “Min dît ku jin û zarok li Şengalê hatin revandin û rastî destdirêjiyê hatin. Ji bo wê jî ez beşdarî nava refên YBŞ’ê bûm. Divê dawî li kiryarên DAIŞ’ê were anîn.”

 ‘Ji bo alîkariya jin û zarokan hatim’

Di berdewama axaftina xwe de Ledber got: “Navê min Rûhat Berxwedan Şengal e. Ez berê di hêzên Deryayî yê Amerîka de bûm. Bi xwesteka xwe di meha Tebaxa 2016’an de ji bo alîkariya jin û zarokan û rizgarkirina welatiyam hatim vir. Em niha li derdora Şengalê ne, karê me vir bidawî bibe, em ê ber bi gundên di bin destê DAIŞ’ê de biçin. Ez hemû welatiyên vedigerin ser xaka xwe, silav dikim û dibêjim; Ez ji hemiyan hez dikim.”

 ‘Ya girîng li vir bim û alîkarî bidim xelkê’

Christopher Ledber got ku tişta DAIŞ dike hovîtiye û ew dixwazin dawî li vê yekê bînin. Ledber wiha domand: “Ger em li dijî DAIŞ’ê nerawestin, wê belavî tevahiya cîhanê bibe. Tişta em li vir dikin ne tenê ji bo vire, ji bo tevahiya cîhanê girîng û bi wateye. Dema ez di nava hêzên Deryayî yê Amerîka de bûm, pir derfetên min ji bo alîkariya gel bikim, nebû. Min his dikir ku ez ji aliyê hêzên Deryayî ve têm bikaranîn. Ji bo wê jî min biryar da azad bim û xwe bigihênim vir. Bi tenê, jidil û bê ku li benda ti pêşerojekî bimînim. Tenê dixwazim karê herî baş bikim. Dema jenosîda li Şengalê dibînim, êdî ji bo min ne girînge kê me û ji çi hez dikim. Ya girîng li vir bim û alîkarî bidim xelkê.”

Di dawiya gotina xwe de Christopher Ledber wiha axivî: “Tişta DAIŞ’ê li vir kir, gelekî tirsank bû. Ez dixwazim vê rastiyê biguherînim. Ger ez tenê jiyanekê jî biguherînim, ji min re pir giranbuha û bi wate ye.” 



 ROJNEWS / ŞENGAL