AZÎZ OGUR


Li çiyayên Behdînanê 6 rojan li gel şervanên azadiyê gerîlayan mam. Kêlî û demên gelekî xweş me bi hev re derbas kirin. Her gerîlayek xwedî jiyan û serpêhatiyekê ye ku dikare hêjayî bibe mejara romanan. Rûniştina li ser sofreya wan, parvekirina bîranîn û derbaskirina bi hev re ya demên xweş heta dawiya jiyana min de mîna keliyên zêrîn di bîranînan de cihê xwe diparêzin. 

Di nava şervanên azadiyê ku bi naskirina her yek ji wan ez bextewarim de gelek kesayetên xweser û balkêş hebûn. Yek ji van jî Canfeda bû. Canfeda xortekî bedew, cansivik, devliken bû. Ji malbateke dengbêj dihat û stran, kilam ên li herêma Botanê mîna Payizok, Biharok û Heyranok tênê binav kirin tim li ser zimanê wî bûn.

Li gor cih, li gor rewşê bi dengê bilind an dengê nizm di her şert û mercî de, di her kêliyê de stranên xwe, kilamên xwe digotin. 

Temenê wî biçûk bû, lê belê bohst bi bohst, kevir bi kevir qadên Botan û Behdînanê nas dikirin. Rêzanekî çak ê gerîla bû. 



Her deng vediguherî deh newayan

Di wan 5 rojan de ku ez li gel wan mam û di nava bedewî û bereketa çiyayên Behdînanê de bi guhdarîkirina payizok, heyranok û stranên Canfeda ez mest bûm. Bi şevê cihê min û wî yê razanê jî nêzî hev bû, lewra li ber newayê Canfeda yên delal, min çavê xwe li xewê digirt û gelek caran sibehan dîsa bi stranên wî min çavên xwe li xewê vedikirin. 

Li wir ez carake din di rastiya gihiştim ku li gor mekan û zaman wate tê guhertin. Dengê Canfeda, tonên ji dilê wî derdiketin, di gewriya wî re dihatin û li ser ziman diqulîbîn deh newayan. Di demên guhdarkirinê de li gor min tiştekî din mîna newayên stranên Canfeda û çiyayên Kurdistanê ku hev û din temam dikirin, bi hev re hevdeng bûn û li hev ne dihatin tune bû.  

Di destpêkê de qebûl nekir ku ez dengê wî qeyd bikim. Lê belê mîna mêvanekî xwedî inyad, min ew ji bo gotina çend stranan îqna kir. Bi îqnabûnê re rahişte çeka xwe û got “Heval Azîz, naxwe ka em hinekî bimeşin“ û piştî çend deqîqeyan em gihiştin ber darekê ku li kêleka wê kahnî hebû. Li ber siya darê rûnişt û ji bo qeydkirinê çend stran bi dengên xwe yên bedew gotin.

Zêrînê, Porsorê, Deşta Hezexê, Bihare û Çerxa Şoreşê ji min re got. 

Hej jarê, de rabe li min jarê…

Canfeda bi dengê xwe yê zîz ev Biharok digot; 

“Bihare, babo biharê li binya vê beriyê,

Wele malxê gazî dikê hayê bi kevaniyê

Here tu bêne bizmoga doşaniyê,

tu bêne kepenê vê şivaniyê,

Em ê biçin xwe bavêne tar û bextê mîrê Cizîrê,

mîrê wey lê vê Kurmanciyê …

Hey jarê… 

De rabe li min jarê 

Berê xwe bide koçerê mîra, 

Hemiyan ji xwe re girtî dost û yare

Lawikê min evdala xwedê, 

îsal serê heft sala  temam di hepsa Cizîra Bota 

birê sipehan xwarê 

Ez bişom xêlkê bêjin li min yarim, 

ez neşom her rûreş û şermezar im“ 

Dengê wi newala kûr a pêşiya me belav dibû û çêj û tehma kêliyên dema guhdarkirina wî de di tevahiya temenê xwe de kêm caran ezê bigihijimê. 

Ev stran behsa keç û xortekî dikin ku di dema çûna zozanan ango destpêka biharê de hevdu direvînin û xwe diavêjin bextê Mîrê Botan. Mîr ê ku keça bedew dibîne, kurik diavêje zindanê û zorê li keçê dike ku wî weke mêr bike. Keç li ber xwe dide û vê qebûl nake. Herî dawî jî zor lê tê kirin ku bi Mîr re bizewice yan na kurikê dilketiyê wê, wê ji zindanê neyê berdan û heta dibe ku biçe ser sifra xwînê jî. Ha di vî halê hanê de ev keç dibêje, “Ez bişom xêlkê bêjin li min yarim, ez neşom her rûreş û şermezar im” lewma ev vebijarka li ber wê îfade dike, heger bişo, wê mîr bike, ne dilsoz be bi evîndarê xwe re, heger neşo jî wê evîndarê xwe mehkûmî zindanê yan jî sifra xwînê bike.


Strana serpêhatiyeke tije êş; ZÊRÎNÊ

Paşê çîroka strana Zêrînê bi min re parve kir Canfeda. Du layê Hecî Behdî ku yek ji navdarê herêma Şirnexê ye; Evdileziz û Ebûbekir di bin aşûtê de dimînin û jiyana xwe ji dest didin. Temenê Ebûbekir biçûk e û hêna zavayê salê ye. Zêrînê jî strana şînê ya ji bo vê sêrpêhatiyê ye. 

Bi guhdarîkirina çîrokê re strana şînê ya Zêrînê bi şîroveya Canfeda ez xistim nava deryaya xem û kulan:

Zêrînê…. 

Hey mala min, hey mala bavê min Zêrînê…

Bila xwedê xera bike Matenî Kêlê bê xanî ne

Îro sê roj û sê şeva temamî, 

ciwanî hespa Hecî Behdî li ser tewlê dikudîne

Cotikê kuran ketine bin aşîta berfa pûkê

Ji birînan tê, tên hey bavo, pêl bi pêlê xwînê

Hey dilo nemînim, li min nemayê 

Ezê ji welatê xwe sil im, ji mirovê xwe dûr mayêm 

Ez neketime ber heyfa mirina cotikê kuran

Wezê ketime heyfa wê heyfê 

cotikê zerî û esmera koziyan

Di mala min de bê xwedî, bê xwedan rûnin…


Zêrînê befra pûk e lê lê… Hey bavo befra pûk e

Nemînim heeey, berê xwe daye hinda ha jorîn

Jêr de tên tabûr tabûr, bêlûk bi bêlûk e…

De gelî Zîrikan û Dêrîno…!

 Ezê ketime bextê xwedê, bextê hewe

Termikê Evdilezîzê min hewe dît 

û hûnê termikê Ebûbekirê min nehêlin 

ew birakê biçûk e, 

Hey mala min, mala bavêmin Zêrînê..


Zêrînê bi Seray e lê.. 

Hey lê, hey bavo bi Seray e

Bila xwedê xera bike, 

rojê germ e, şevê lê dikî befr û ba ye

De gelî Zîrikan û Dêrîno..! 

Ezê ketim bextê xwedê, bextê hewe

Hewe termikê Evdilezîzê min dît, 

belê hûnê termikê Ebûbekirê min nehêlin, 

zavakê salê, birakê biçûk e, negihaye…

Hey mala min, hey mala min, hey mala min… 

Hey mala bavê min Zêrînê ...


Strana Canfeda ya herî navdar: Porsorê

Piştî ku min û Canfeda sohbeteke li ser stranên Kurdî kir û em vegeriyan bi heyecan ji hevalên li wir re min serkeftina xwe ya îqnakirina Canfeda û qeydkirina stranên wî kir. Yek ji fermandarên wî yên li wir bi gotina, “Porsorê got an na, heger Porsorê ne gotibê mîna ku tiştek ne gotiye bihesibîne“ ez têgihiştim ka strana Porsorê çiqasî navdar e: 

Porsorê… 

Serîkê Mihemedê Asê bilind e hayê hayê çi befre lê…

Lê Porsorê vê sibê xanî ji sosinê barkirî danî ber boriya kêla xetê me ne.

Ezê rabim aşê xwe rakim 

xwe bikim xulam û xizmetkarê porsora delal, 

ser xatirê birhên reşî, çavên belek

Delîl delîl li min Porsor ê, 

koçên xwe danîne li Herekolê 

Girê bide kemberê bide dorê

Ezê ji eşq û meraqa porsora delal re bimirim biçim gorê

Serîkê Mihemedê Asê bilind e hayê hayê rê naçinê

Porsêrê mi xanî ji Geverê barkir danî ber çemê Sinê

Xwezî ji xêra mala Xwedê re ez û Porsora delal, heval û hogir ba

Li serê dinê heta binê dinê…

Delîl delîl li min Porsor ê