YPG`ê ragihand ku şervanê wan ê înternasyonalîst, Şahîn Qereçox şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdê  YPG`ê yê înternasyonalîst eşkere kir: ”6’ê Cotmehê li gûndên girêdayî bajarokê Hecîn di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar qewimîbûn Di dema şer de şervanekî me yê înternasyonalîst, Şahîn Qereçox (Ferîd Medjahed) ku Fransî ye, bi qehremanî şer kir û şehîd bû.

Em wek hêzên YPG û YPJ’ê hemû şehîdên xwe yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de ji malbata hevrêyê me şehîd Şahîn Qereçox û hemû gelê xwe re em sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameya şehîdî:

Şahîn Qereçox (Farid Medjahed) ê li bajarê Fransayê Marsîlyayê ji dayik bûyî, 6´ê Cotmeha 2018´an li Dêra Zorê şehîd bû.

 

NAVENDANÛÇEYAN