
Aiden Aslin (Rojhat Rojava) ê di sala 2015’an de ji bo ku li hemberî DAIŞ’ê şer bike ji Îngilîstanê hat Rojava, niha jî li eniya Reqayê ye.
Aslin diyar dike ku ew cara pêşî di Gulan a 2015’an de ji bo li hemberî DAIŞ’ê şer bike hatiye Rojava û dibêje: “Li vê derê 5 mehan mam û dûre vegeriyam. Dema dîsa hatim vê derê, vê carê jî ji bo şoreş û îdeolojiyê hatim. Ez bawer dikim ku ev îdeolojî tekane tişt e ku dikare li Rojhilata Navîn aştiyê pêk bîne. Di Konfederalîzma Demokratîk de hemû maf hene, ji ber vê jî divê em vê pergalê li herêmên din ên Sûriyeyê jî bi cih bikin. Ez niha li eniya Reqayê me. Herî dawî me bajarokê Cezireyê bi dest xist û em ber bi Reqayê ve diçin. DAIŞ di vê pêvajoyê de piçekî xwe şidandiye lê em ji bejahiyê bi pêş ve diçin. Piştî ku me ev bajarok bi dest xist, komên DAIŞ’ê li hemberî me li ber xwe dan. Ji ber ku dizanin QSD nêzî Reqayê bûye û em ji bo wan tên, ditirsin û direvin.”
‘Ezê li Kurdistanê bijîm’
Aslin tîne ziman ku ew naxwaze ji Rojava vegere û wiha pê de diçe: “Dema cara pêşîn ji vê derê vegeriyam, ji ber ku min li hemberî DAIŞ’ê şer kiriye, polîsên Brîtanyayê bi tawana terorîzmê ez girtim. Wiha xuya dike ku, piştî şer biqede jî ez ê li Kurdistanê bijîm. Banga min ji gelê Îngilîstanê, gelê Emerîkayê û bi giştî ji bo Rojavayê cîhanê ew e ku, bila xwe bigihînin parlementer û endamên xwe yên kongreyê û ji bo piştgiriya têkoşîna Kurdan alîkar bin. Ne bi tenê ji bo têkoşîna Kurdan, ji bo têkoşîna QSD’ê jî. Em gihiştin ber Reqayê û ji bo tolhildanê em bi ser DAIŞ’ê ve dimeşin. Di van rojan de ji ber kêşeyên siyasî yên bi Tirkiyeyê re, pêdiviya me bi her cure piştgiriyê heye. Ji ber vê jî têkevin nava hewldanan û tiştên ku ji we tên, teqsîr nekin.
‘Erdogan emrê DAIŞ’ê zêde dike’
Li ser piştgirina Erdogan ya ji bo DAIŞ’ê Aslin balê li ser kiryarên dewleta Tirk dikişîne û dibêje: Heke Tirkiye neketa nav meseleyê, niha ji zû ve em gihiştibûn Reqayê. Bi awayekî derzagonî ketin Rojava û Sûriyeyê; û niha herêma di navbera Efrîn û Kobanê dagir dikin. Her dem êrîşî hêzên me dikin û sîvîlan hedef digirin. Heke mudaxeleya wan tine bûya, niha em gihiştibûn Reqayê û me DAIŞ têk biribû. Lê bi hewldanên xwe xwestin ku leza me û têkoşîna Kurdan kêm bikin û bi vê re emrê DAIŞ’ê zêde kirin. Berpirsê vî tiştî jî Serokkomar Erdogan e. Pozîsyona Îngilîstanê min şaş û metel nahêle. Derbarê rewşa vê derê, du peyaman didin. Ji aliyekî ve dibêjin di warê leşkerî de bi êrîşên hewayî piştgiriyê didin YPG’ê û ji aliyê din ve jî piştgiriyê didin hêzên ku êrîşî YPG’ê dikin. Li gorî min, Îngilîzistan dibêje ez bi êrîşên hewayî piştgiriyê didim YPG’ê û li paş perdeyê jî bi peymanên çekan ên di navbera xwe û Tirkiyeyê re, çekan difiroşe kesên ku hêzên me dikujin. Ev jî şemayeke wan a polîtîkaya derveyî ye.
Rêya revê nemaye
Aiden Aslin di dawiya de ji bo çeteyên DAIŞ’ê wiha diaxive: “Ti cih tune ye ku hûn biçin wê derê û xwe lê veşêrin, riyên derketinê hatine birrîn û QSD şopa we digerîne. Du vebijarkên we hene; hûn ê yan teslîm bibin an jî bimirin.”
REQA