Di nav welatiyên bajêr de Bavê Nîdal bi girêdana doza Kurd re û hezkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê nasîn, ji ber vê jî di destpêka sala 2013'an de û piştî keça wî ya di Hêzên Asayîşa jinê de tevlî Tevgera Rizgarkirina Kurdistanê bû ew jî tevlî Hêzên Asayîşê bû.
Bavê Nîdal ji xwezayê, sebzeyan û xwedîkirina heywanan pir hez dike. Wî li aliyekî baxçeyê xwe yê malê sebze û dar çandine û li aliyê din jî mirîşk, kevokan û pez xwedî dike. Beriya tevlî asayîşê bibe Bavê Nîdal di piraniya demê de bi heywanên xwe û baxçeyê malê re mijûl dibû û piştî tevlîbûna asayîşê ev çanda xwe ya mal bire benda kontrolê jî û li wir sebzeyên curbecur û dar çandin.
Hevalên Bavê Nîdal yên ku bi wî re li benda kontrolê dimînin dibêjin ku ew piraniya dema xwe ya betaliyê li baxçeyê xwe yê biçûk derbas dike, û bê westan sibe û êvarê sebze û daran av dide. Ji ber vê jî hevalên wî navê Şervanê Neolotîk lê dikin.
Elaqedarî sedema çandina wî ya sebzeyan Bavê Nîdal got ''ez gelekî ji welatê xwe û xwezayê hez dikim, piştî çavên min li vî parçeyê erd ê li ber benda kontrolê ket, min got ezê wî ji nû ve çêbikim û min ew devera hişk veguherand bexçeyekî biçûk û tê de sebzeyên mîna firingî, balîcan, îsot û xiyar çandin û li kêleka rê jî dar çandin.
Bavê Nîdal axaftina xwe wiha domand '' ez dirêjahiya rojê li ser vê bendê dimînim û li kêleka karê xwe min ev sebze çandin û di dema dorpêçkirina bajêr ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve gelekî fêda wê li me bû.
Di dawiya axaftina xwe de endamê Hêzên Asayîşê Bavê Nîdal wiha peyivî: ''Ez ji gelê Kurd hêvî dikim ku refên xwe bi yek bike û li hember dijminên xwe bi yek destî şer bike û ez ji gelên Rojava re jiyaneke azad û wekhev hêvî dikim''.
DILSOZ DLDAR/ANHA/ TIL TEMIR