Di merasîmê de Serokê Meclîsa Gel a Tirbespiyê Nûre Eldîn Şakir axiftinek kir û sersaxî ji gelê Kurd û malbata Newroz re xwest, Şakir da zanîn ku Newroz tevî kerwanê şehîdan bûye. Piştî merasimê welatiyan cenaze danîn ser milan û bi sloganên ''Şehîd namirin'' cenaze li kêleka şervanê Kurd Ebdilhemîd ê ku di nava tevgera azadiya Kurdistanê de jiyana xwe jidest dabû defin kirin.
Şervanê YPG'ê Newroz Mihemed Seîd di sala 1986'an de li Tirbespiyê jidayik bûye û tevî malbata xwe li Hesekê rûdinişt, beriya salekê tevlî nava refên YPG'ê bibû.
ANHA/TIRBESPİYÊ