Şêniyên navçeya Cindirêsê li pêşiya navçeyê cenazeyê têkoşer Feyrûz pêşwazî kirin, paşê karwanê şehîd di kolanên sereke yên navenda Cindirêsê re hat derbaskirin û birin goristana Şehîd Seydo.
Li goristanê, merasîmeke leşkerî ji aliyê YPG’ê/YPJ’ê ve hat pêşkêşkirin. Piştre ji Fermandarên YPG’ê Aldar Efrîn, ji Rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk Mihemed Neso, ji Rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Cindirêsê, Hesen Belkero axivîn.
Qisekeran li ser girîngiya nirxên mirovahiyê û jiyana hevbeş û aştiyane ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tovê wê li herêmê çandiye û fedekariyên ku pêkhateyên herêmên Rojava pêşkêş kirine, axivîn.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku têkoşer Feyrûz bû sembola jiyana hevbeş û ruhê biratiya gelan a li Rojava. Qiskeran soz dan ku rêya cangoriyên azadiyê heta dawiyê bişopînin û li gorî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bimeşin. Cenaze piştre li ber dirûşme û tilîliyan hat veşartin.
EFRÎN