Kurdên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) şervanê YPG´ê yê Emerîkayî Keith Broomfield li ser gora wî ya li bajarê Bostonê bi bîr anî. Broomfield ê bi navê Şervan Gelhat Rûmet 3´yê Hezîrana 2015´an li Kobanê şehîd bûbû. Bi rasthatina salvegera şehadeta wî de Kurdistanî, tevî endamên malbata wî çûn ser gora wî. Di dema bibîranînê de beşdar hestyar bûn.

Keith Broomfield ê ji malbateke dewlemend, Sibata 2015´an çû Rojava û tevlî nav refên YPG´ê bû. Broomfieldê ku êdî bû Gelhat Rûmet 3´yê Hezîrana 2015´an li Kobanê şehîd bû. Broomfield li cihê lê jidayikbûyî, li paytexta eyaleta Massachusettsê Bostonê hat veşartin. Kurdistanî, dostên wan û malbata Gelhat Rûmet, her sal di salvegera şehadeta wî de wî bi bîr tînin. 


 BOSTON