Dilovan şevê din jiyana xwe ji dest da. Bi armanca oxirkirina şervanê YPG’ê Dilovan bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo li pêşiya mizgefta Enteriyê ya bajêr kom bûn. Li vir merasîmeke oxirkirinê hate lidarxistin. Di merasîmê de serokên gelek desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên meclîsên gel ên taxan, endamên saziyên civaka sivîl, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û nûnerên gelek partiyên siyasî amade bûn.

Girse piştî ku cenazeyê Dilovan ji mizgeftê wergirtin, bi durişmeyên dilsoziya berxwedana YPG’ê û YPJ’ê qîriyan û bi bilindkirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve meşiyan.
Piştî ku cenaze gihîşte Goristanê li vir toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate lidarxistin û 21 gule hatin avêtin.
Piştre bavê şervanê YPG’ê Dilovan, Salim Xizir axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe di vê rewşa hestiyar de û li hemberî çeteyan ku li dijî bajaroka wan Til Berek êrîşê pêk dianîn, gelekî serbilind e û wiha got: “Şehîd Mihemed Salih dema ku çeteyan êrîşî bajaroka Til Berek kirin, beşdarî nava refên YPG’ê bû.” Salim Xizir di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ê heta dawî li ser xeta kurê xwe têkoşîna xwe li gel hêzên YPG’ê ku ti carî cudahiyê naxin navbera kurd û ereban, bidomînin. Salim Xizir got ku ew ê tola xwe hilînin.
Piştre Serokê Desteya Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo derbarê girîngiya şehadetê de axivî û diyar kir ku ji bo destkeftiyên gel werin parastin, şervanên YPG’ê û YPJ’ê xwe feda dikin. Piştre peyamên sersaxiyê ku ji gelek sazî û rêxistina ve hatibûn, hatin xwendin. Paşê cenaze li gel tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartî axê kirin.

QAMIŞLO