Şervanên YPG’ê Îsa El-Mihemed û Evdilkerîm El-Celî, li şehîdgeha Şehîd Dijwar a li Hesekê bi merasîmekê spartin axê.

Merasîmê şehîd bi merasîma eskerî ya şervanên YPG û Hêzên Erka Xweparastinê, dest pê kir. Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endama meclisê, Samiya Xelîl axivî û got, “Em bejna xwe li ber şehîdên ku giyanê xwe fedayî gel û welatê xwe kirine, ditewînin û sersaxî ji malbatên wan re dixwazin.”

Ji fermandarên YPG‘ê Serhildan Rojava jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan ya pêkanîna jiyaneke bi rûmet da.

Şervanên YPG‘ê cenazayên hevalên xwe hilgirtin û bi dirûşmeyan spartin axê.

Li Dêra Zorê jî doh xelkê cenazeyê şehîd Suheyîb li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen defin kir. Suheyîb (Ebdullmecîd El-Emir) di 8’ê Îlonê de di hemleya Bagera Cizîrê de li herêma El-Sebhê şehîd bûbû.

 

HESEKÊ/DÊRA ZOR