Emîd Fedo Mexmûrî ji sala 1980’an ve pêşmergeyê YNK’ê ye û niha li herêma Mexmûrê fermadartiya şerê dijî DAIŞ’ê dike. Mexmûrî di hevpeyvîneke taybet bi Rojnews re rexne li ragihandin û berpirsên ku rastiya eniyên şer nabêjin û dibêje ku pêwîste ferq nekeve nav vê yekê ku kê şer dike yan nake, rewş wek ku heye bê nîşandan. 



Hinek behsa xwe bikin, çi erk û berpirsyartiya we heye?

Dibistana YNK’ê ez fêrî gelek tiştan kirim. Dema DAIŞ’ê êrîşî Mexmûrê kir em bi 280 pêşmergeyan re li dijî DAIŞ’ê sekinîn û min fermandartiya van pêşmergeyan li herêma Mexmûrê kir. Ji bo min çi erkê bigrim ne girîng e, fedakarî û parastin girîng e. Me got emê şer bikin, hevalên PKK’ê jî ji çiya hatin û gotin emê jî şer bikin. gotin ger hûn biçin jî em mal û zarokan bicih nahêlin. Keçên PKK’ê ku dihatin û di destê wan de Qenas û BKC hebû, cesaretek zêde didane me. Min ji hevalên me re got ku wa PKK ji Qendîl, ji Sûriyê û Tirkiyê ji bo parastinê hatine. Di şer de me û PKK’ê bihevre şerê DAIŞ’ê kir û me ti cêwazî nexiste nav. Şêwazê şerê PKK’ê li gel şerê me gelekî cêwaz bû. kesên di nav me de nû çek hilgirtibûn, min ji wan re digot ku temaşeyî wan bikin ka ew çi dikin. ji bo wê jî PKK’ê di şer de ez fêrî gelek tiştan kirim. Di dibistana YNK’ê de fêrî hinek tiştan bûm lê birastî jî zankoya PKK’ê ez fêrî gelek tişan kirim. 

Ragihandin naheqiyan dikin, perpirsek ji dûrve bi dûrbînê li şer mêze dike û behsa wê dike. keçek pêşmerge û gerîla sînga xwe didin ber guleyan û behsa wê nayê kirin, ew jî xwedî dayik, bav, bira, hevserin.

Birastî PKK li Kobanê heta Celewla û Şengal roleke girîng di şer de leyîst. Bi kurtasî wan em fêr kirin û soz dan xelkê ku kurd bi destê kurd neyê kuştin.



Hûn jî beşdarî şerê vê dawî li başûrê Kerkûkê bûn, hûn di der barê vê şerî de çi dibêjin?


Me 9’ê vê mehê seat 3:30 şev, ji bo rizgarkirina vê navçeyê xwe gihande jêra Kerkûkê. sînorek ji bo pêşmergeyan hatibû danîn ku ger ev sînor bihata girtin wê rêya Bexda- Mûsilê bihata azadkirin. Artêşa Iraqê her dema ku xwest biçe Mûsilê ew rê vekiriye. Ev yek bi alîkariya hemû gelê kurd û bi taybet PKK’ê bû ku ez gelekî nêzî wan bûm û em bihevre bûn. Çeka Doşka û BKC’yê bi wan re bû û birastî şerekî gelekî baş kirin. bi wateyek din dikarim bêjim ku gerîla û YPG’ê xwe xistin nav dilê gel. Soz dane hemû pêşmergeyan ku careke din şerê birakujî nekin. Gerîl û YPG li gel pêşmerge tu cudahiya wan tineye. 



Hûn dikarin behsa bîranînek xwe yan jî tiştek balkêş ku we bi gerîla re jiyan kiriye, bi me re parve bikin?

 Beriya ku Mexmûr were girtin, hinek ji çeteyên DAIŞ’ê xwestin ji aliyê kampa Mexmûr ve xwe bigihênin çiyayê Qereçoxê. Hevalekî PKK’ê bi bêtêlê bi min re axivî. Got; Kak Fedo! Çeteyên DAIŞ’ê hatin. Guhê we liser herêma we be, niha têne jor. Bi van gotinan şer destpêkir û sê termê çeteyên DAIŞ’ê bicih ma. Yek ji gerîlayan ku navê wî Mam Elî bû ku li gel termê çeteyan bû, gotin ku Mam Elî niha termê çeteyan tîne. Termên du çeteyan avête ser pişta hêstirê û bire ser cadeyê ku xelk yekem car didît û wêne dikşandin. Bi rastî jî ev yek li gel min gelekî balkêş bû. 

Bila hemû kes bizanin ti tişt nayê veşartin. Hemû pêşmerge û xelk dizanin ku di hemû eniyan de keç û kurên gerîla bi me re bûne. Di hemû eniyan de şehîd û birîndar dane. şêwazê şerkirina wan gelekî başe û xwedî taybetmendiyên gelekî bedewin. Kesek ji Îsrayil bê û parastina axa min bike û şehîd bibe, ezê pê şanaziyê bikim.



Bi nêrîna we çima hinek alî û medya rola gerîlayên PKK’ê di şer û parastinê de vedişêrin?


Beriya her tiştî daxwaz ji kanalên YNK’ê dikim û paşê jî li hemû kanalên din ku çavê xwe ji şerê ku dibînin re negirin. Rastiyê bibînin, ji ber  ku îro roja azadiyê ye, roja wê nîne ku em ji tiştekî bitirsin. Pêwîste behsa hemû kurdan bêkirin, gerîla û YPG yek e. Em parastina axa Kurdistanê û Kurd dikin. Bila rojnameger bêne eniyên şer û bizanin ka kê şer dike. Bila werin wan keçên Kurd bibînin ku çawa ji bo hemû jinên Kurd serbilindîne û bila xelk jinan nas bikin. Ji ber wê jî ji bo ku careke din em penaber nebin, keç û kurên xwe fêrî bikaranîna çek û şerkirinê dikim. Ji bo ku qet nebe ji malbata xwe hêzekî çêbikim û parastinê bikim bila xelk wusa min bi bîr bîne. 



Gerîlayên jin çiqasî bandor li ser fikir û ramanên we çêkiriye?


Hinek tişt hene ku pêwîste behsa wan bêkirin. Em nabe ku her jinan wek tirsnok nas bikin û bêjin jin nazike. Min keça gerîla dît ku bi kite pêlava ku di piyê wê de bû ji wê çiyayê Qereçoxê ve dihate xwarê, kamera bi min re nebû ku wêneyê wê bigrim. 



Gotina we ya dawî ji bo xelkê kurd çiye?


Ez wek pêşmergeyekî diaxivim, nikarim wek hizbekî biaxivim. Daxwaz li hemû kurdan dikim ku bi nebaşî behsa hevdu nekin. Di nav hev de yek bin û ti cêwazî nexin navbera parçeyên Kurdistanê. Li her devera Kurdistanê şer hebe mafê her kurdekî ye ku beşdar bibe. gerîla û pêşmerge bi cilên xwe bên û ala partiya PKK û YNK’ê û hemû partiyan bilind bibe da dijmin bizane Kurd yek e. 



SELAH XIDIR/ROJNEWS/MEXMÛR