DILÎŞAN ÎBIŞ/ANHA/REQA


Şervanên Minbicê li eniyên pêş ên şerê li dijî terorê bi hêviya serketinê bi israr têkoşîna xwe didomînin û didin ser şopa Fermandarê xwe Ebû Emced.

Şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê li bajarê Reqayê beşdarî şerê li dijî terorê bûne û tevî ku Fermandarê wan Ednan Ebû Emced şehîd bûye, kenê serketinê li ser rûyên wan xwe dide der. Şervan rojane bi vîneke xurt, serketinên mezin bi dest dixin.

Roj bi roj hejmara şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê li Reqayê li bereyên pêş ên şerê li dijî terorê, zêde dibe. Şervan bi hêviya serketinê, didin ser şopa Fermandarê xwe Ebû Emced.

Dema em gihîştin bereya pêş me dît ku her şervanek li benda dora xwe bû ku bikeve grûpa êrîşê. Dema şervan vedigerin bi moralekî bilind dibêjin, ″Me noqteyên çeteyan hedef girtin û ew tine kirin. Hin çete jî ji ber guleyên me reviyan.″ Şervanekî jî got, çete bi riya tunelan xwe xelas dikin.

Tişta herî girîng ew e ku şervan difikirin çawa sivîlan ji nava pençên çeteyan rizgar bikin. Li her nuqteyekê nîqaşên wekî ″Li vî alî tevgera sivîlan hebû″ di nava şervanan de têne kirin. Grûpeke şervanan jin û zarokan rizgar dike, girûpek jî wan ji êrîşên çeteyan diparêze da bi selametî bigihîjin herêmên ewle.

Şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê jî, li bereyên pêş bi moralekî bilind şer dikin û didin ser şopa Fermandarê xwe Ednan Ebû Emced.