
Şervanan gotin ku tevî ku wan cejnên Newroz û Ekîto pîroz nekirine jî ew Ekîto di xendekên parastinê de pêşwazî dikin û diyar kirin ku dê di demeke nêzîk de cejna serkeftina Rojava pîroz bikin.
‘Ez bi parastina xaka xwe pir kêfxweşim’
Endamê Tabûra Şehîd Cûdî ya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan şervanê bi navê Mettay Nexroye ku cihê xwe di xendekên parastina bajarê Til Temirê de digire, ev tişt gotin: “Ji ber ku em niha li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe didin û axa xwe diparêzin, me cejna Ekîto wekî salên borî pîroz nekir. Lê bi hatina cejna Ekîto û ez di xendekên parastinê de me gelekî kêfxweş im.”
Nexroye di axaftina xwe de got ku cejna Ekîto ne tenê nûnertiya gelên Asûrî, Suryanî û Kildaniyan dike, lê belê nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dike û axaftina xwe wiha domand: “Şahiyên cejna Ekîto ne tenê ya gelên Asûrî, Suryanî û Kildaniyan e. Lê belê wekî ku Newroz nûnertiya pêkhateyên herêmê dike cejna Ekîto jî heman tişt e û wekî roja nû tê naskirin.”
Derbarê heman mijarê de Endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Horo Zuhêr ku ji pêkhateya Ereb e, axivî û cejna Ekîto li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir û diyar kir.
‘Sala nû wê ya serkeftinê be’
Zuhêr derbarê beşdarbûna xwe ya nava Meclîsa Leşkerî de jî wiha got: “Ji bo tu cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de nemînin, min xwest ez beşdarî nava Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bibim û cihê xwe di berxwedanê de li gel Horonê (gotineke suryanî ye û wateya wê heval e) li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, bigirim.
Her wiha şervanê bi navê Aryo Cozêf Ekîto jî axivî û got“Ez bi hêvî me ev sala nû bibe saleke serkeftin û destkeftiyên mezin ji bo hemû pêkhateyên herêmê û ez bi hêvî me em di demeke nêzîk de cejna serkeftina Rojava pîroz bikin.”
DICLE YÛSIF/TIL TEMIR
MUB û PYD cejna Ekîto pîroz kir
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) û Partiya Yêkitiya Demokratiîk (PYD) têkildarî cejna 1’ê Nîsanê Ekîto daxuyaniyek da û cejna gelên Mezopotamya pîroz kir.PYD di daxuyaniya xwe de anî ziman ku dê li gorî cewhera berxwedana Newroz û Ekîto tevbigerin û rihê pîroz û biratiyê di navbera hemû pêkhateyên Rojavayê kurdistanê de belav bikin.