Şervanê YPG'ê Elî Hiso (Erdal Zagros) û Sibhî Talib (Şoreş Doxan) di pevçûnên 22'ê Adarê yên li gundê Kendal ê Girê Spî ku di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên herdu şervanên YPG'ê li Mala Gel a Kobanê hatibûn danîn. Cenaze ji aliyê hezaran kesî ji Mal Gel hatin wergirtin. Girseya ku bê navber diruşme berz dikrin cenaze bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dicle ya li gundê Termik a Kobanê ve derxistin rê.
Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şervanên YPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane û alên YPG’ê, TEV-DEM’ê vekiribûn li nava kolanên bajar geriyan û berê xwe dan goristanê. Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Osman Simo, li ser navê Yekîtiya Star Emîna Xelîl, li ser navê Ciwanên Şoreşger Birûsk Ebdullah û li ser navê malbatên herdû şervanên YPG'ê birayên wan axivîn. Di axaftinan de êrîşên çeteyan hatin şermezarkirin û hate gotin ku rêjîmên Tirkiyê û Sûriyê piştgiriya çeteyan dikin. Di axafitnan de her wiha hate gotin ku hêzên herêmê planên mezin li dijî gelê herêmê lidarxistine. Di axaftinan de bang li hemû gelê Kurd hate kirin ku di vê rewşê de piştgiriyê bidin Kobanê.
Piştî axaftinan yek jê birayê şervanê YPG'ê Erdal bû bi giştî 5 ciwanan tevlîbûna xwe ya nava YPG'ê ragihandin û sozdan ku dê çekên şervanên YPG'ê yên jiyanan xwe ji dest dane li erdê nehêlin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanên YPG'ê bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê. Di navberê de Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku şervanê YPG'ê Ehmed Resûl ê bi nasnav Ehmed Berxwedan di pevçûnên di 19'ê Adarê yên li derdora navçeya Sirîn a başûrê Kobanê jiyana xwe jidest da ye. 

KOBANÊ