Şervanên YPG'ê Xalid Hisên ê binas nav Akif û Elî Temo yê binas nav Agirî pêr di encma êrîşa bombeyî ya li Tirbespiyê de jiyana xwe jidest dan. Cenazeyên herdu şervanên YPG'ê anîbûn Mizgefta Enteriyê ya Qamişlo. Îro saet di 11.00'an de bi hezaran kes ku Serokên Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Remziya Mihemed, Ebdulkerîm Sarûxan û Hêvî Erebo jî dinav de bû, bi armanca wergirtina cenazeyan li ber mizgeftên kom bûn. Piştî wergirtina cenazeyan girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şervanên YPG'ê û alên TEV-DEM û YPG'ê vekiribûn û bê navber diruşme beriz dikirin cenazeye li wesayîtan kirin û li pey wesayîtan heta goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Taxa Meyselûn meşiyan.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Di Merasîmê de Serokê Desteya Parastina Rewa Ebdulkerîm Sarûxan, Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Gel a Qamişlo Ekrem Mihemed, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Ehmed Ezîz, Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Qamişlo Cîhan Gulo axivîn. Di axaftinan de soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn û êrîşên komên çete hatin şermezarkirin. Piştî axaftinan cenazeyên şervanên YPG'ê bi diruşme û tilîliyan spartin axê.
QAMIŞLO