Dr. Cemal Cembelî ji şêniyên bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 2010’an bi armanca kar berê xwe Erebistana Siûdiyê û heta texaba 2015’an li wir ma. Dema li Erebistana Sûdiyê bû wekî nûnerê PYD’ê li Siûdiyê hate erkdarkirin. Ji wir û ji bo xwendnina zarokên xwe berê xwe da Başûrê Kurdistanê û bajarê Zaxo wekî karê we yê doktoriyê domand. Lê 3 roj berê asayşa Zaxo Der Cemal Cenbelî ji ber ku şervanên YPG’ê derman dikirin di anîn sînorê Sêmalka û dersînor kirin.
Têkildarî kiryarên asayîşa Zaxo Doktor Cemal Cenbelî got ku exlaqa xwe ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wergirtiye lewra jî bi çawakî wekhev li tevahî gelê Kurd dinihêre û ev tişt anî ziman: ˮFelsefeya em fêrbûna hemû gelê Kurd wekî bira dihesibîne. Dema ez li Zaxoyê bûm, min tu cûdahî di navbera şervanên YPG’ yên birîndar û pêşmergeyên birîndar ne dikr. Birîndarên dihatin tev wekî hevbûn, min alîkariya tevan li gorî axlaqê mirovî ku karê min jî li ser min feriz dike meşand.ˮ
’Ji hêza PYD’ê ditirsin’
Dr. Cembelî destnîşan kir ku ji ber endamtiya wî ya bi PYD’ê hebû rayedarên PDK’ê bi tirseke mezin nêzî wî dibûn û wiha dom kir: ˮPYD’ê wekî dijminên xwe hesab dikirin, ne dixwestin berxwedana li Rojava tê meşandin qebûl bikin. Ez ji nexweşxaneyên Zaxo dûr xistin û min ji nexweşxanyên Bîdarî û Şebanîk derxistin û ez li ocaxeke tenduristiyê ya Xabûr wezîfedar kirim. Di vir de min nema dikarî karê xwe bikin.ˮ
‘Gef lê hate xwarin’
Dr. Cembelî da zanîn ku rayedarên PDK’ê pir caran gefê lê dixwarin û wiha pê de çû: ˮRayedarên PDK’ê ji min dixwestin ku ez ji Başûr derkevim. Dema min ji wan pirsî çima? bi gotina tu alîgirê PYD’ê ye û tu şervanên YPG’ê derman dike pirsa min bersivandin. Min belgeyên ku min gunehkarî kiriye ji min re nîşan bidin ji min re gotin: ‘Heger belge di destê me de hebya menê te kiriba dadgehê û 20 zindan li te bibirya.ˮ
Dr. Cembelî destnîşan dike ku wekî dijminek nêzî wî bûne û gava ber deriyê Sêmalka jî ew tişt jê re hatiye gotin: “Eger îspateke me hebûya me yê 20 sal cezayê girtîgehê li te bibiriya”
Di dawiya axafitna xwe de Dr. Cemal Cenbelî bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kir ku dest ji kiryarên xwe yên şaş berde û wiha got: ˮEz soza xwe ya meşa li ser riya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û berxwedêrên ku canê xwe kirin pira riya azadiya her çare parçeyên Kurdistanê bimeşim.ˮ
ANHA/GIRKÊ LEGÊ