Têkçûna serdestên Başûrê Kurdistanê ya piştî Referandûma 25’ê Îlonê careke din nîşanî me da ku sînorê ketinê, sînorê têkçûnê, sînorê teslîmbûn û xiyanetê tune ye. Sînorê bêşermî, durûtî û xwexapandinê jî tune ye.
Mesûd Barzanî yê zirtên mîna, "Kerkûk dilê Kurdistanê ye, ezê weke pêşmergeyekî biçim li wir şer bikim” dikirin, beriya du rojan got, “Ji bo şer neqewime û pêşmerge li ber xwe nedin, min hewl da. Me herêmên Kurdan bi “şêwazekî aştiyene” radestî Heşdî Şabî û Artêşa Iraqê kirin."
Heman Barzaniyê ji bo parastinê qaşo amade bû şer bike, ji bo Fermandarê Hêzên Qudsê yê Îranê Qasim Suleymanî yê ku plansazê operasyona Kerkûkê û herêmên din ên başûrê Kurdistanê ye, peyama sersaxiyê şand: “Birayê min ê rêzdar general Qasim Suleymanî, ji ber mirina bavê we ez xemgîn im, bila mekanê wî buhişt be. Ji bo we tenemekî bi tenduristî niyaz dikim.” Di nûçeya herî dawî de jî dibêje; “Li referandûmê ne poşman im. Me texmîn ne dikir ku wê êrişeke eskerî bînin ser me. Helwêsta Rûsyayê ji ya Emerîka baştir bû, em ji ve Kurdistan pêwendiyên xwe bi Emerîka re dinirxînin.”
Gotinên derbarê Rûsya û Emerîka de tên wateya îtîrafa ka kîjan hêzan ew teşwîqî referandûmê kir. AKP’ê tevî xwe PDK’ya di bin kontrola xwe de jî xiste xizmeta Rûsyayê. Di ser PDK’ê re jî li Rojhilata Navîn hesabên siyasî û aborî yên DYE’yê ketin xeterê, eniya li dij wê bihêz bû.
Mesûd Barzanî jî teqlîda Tayyip Erdogan a gefxwarina li her hêzê mîna taktîk dide ber xwe. Diyar e hevkariya kirêt a bi AKP’ê re bazirganiya petrola DAIŞ’ê, tevkujiya Şengalê û gelek kirêtiyên din di nav de sedemek a vê rewşê bû. Dîsa di rojekê de pişta xwe dayina DYE ya ku 26 sal in PDK’ê, Barzanî û rêveberiya Başûrê Kurdistanê ava kir, parast û destek a ji her alî ve dayê û derbasbûna eniya dij Emerîkayê, wê wan ber bi macarayên nû ve bibe.
Ji Serxwebûna Kurdistanê daketin rewşa radestkirina nîvê axa başûrê Kurdistanê. Ji xeyala bûyina hêzeke aborî ya herêmî û cîhanê, daketin beranberî hemû çavkaniyên aborî yê Kurdan ji sedî 17´ê budceya Iraqê û meaşê karmendan.
Li Rojhilata Navîn her ku gotin mezin, al bilind, srûd berz dibin; kesayet lawaz, karekter têkçûyî û rûmet biçûk dibe. Çîroka çend mehên dawî ya Başûrê Kurdistanê dişibe “Serxwebûna Mirîşkan”.
Beriya dehên salan Seydayê Cegerxwîn rewşa Kurdan a bi vî rengî bi helbesta “Serxwebûna Mirîşkan” a Dîwana Yekê de derçûyî ku ji helbestên wê ên destpêkê pêk tê, rave kiriye.
Li welatê me xerza
Dîkek hebû şareza
Rokê çû nav dîka
Ji wan re go hêdîka:
Rabin bêjin mirîşkan
Bes xwe bidin enîşkan.
Di helbesta xwe de hêna wê demê nebûna yek a Kurdan bi helbesta fabl a fîlozofîk di ser dîk û mirîşkan re rastiya Kurdan bilêv dike. “Dîk” ê ku dîkê din û mirîşkan jî dide dora xwe, wan diavêje nav macerayeke ku bi trajediyê bi encam dibe.
Şahê teyran Bûm e, pêhlewanê wî teyrê Baz e. Piştî sohbeteke kurt a Baz ê sefîrê Bûm e ku bi Dîkan re dike, tê digihije ku yekîtiya wan tune ye, bê hêz, bê organîze ne û têkçûna wan gelekî hêsan e. Di helbesta dirêj de ev rewş bi van rêzikan tê bilêvkirin:
Bazî şehda xwe anî,
Dîk jî darê xwe danî.
Go bi zor û bi gazin,
Em heqê xwe dixwazin.
Baz go kî ye serleşker?
Go tu nizanî ey ker,
Ez im paşa ez im mîr,
Ez im şahê cihangîr.
Bazî çû cem dîkê dî,
Dî ko ew jî wekî wî.
Tevan go paşa û mîr,
Kesî ne go ez wezîr.
Nefer bûne yûzbaşî,
Heta giha ê paşî.
Piştî parvekirina Baz a diyaloga xwe ya bi Dîkan bi Bûm re, tirsa wan ji ser wan diçe û biryara êrîşê didin. Helwêst û gotinên Bûm çiqasî dişibin ên roja me ya îro yên rayedarên Îran, Iraq û Tirkiyeyê:
Bazî rabû çû banî,
Li ber destê bûm danî.
Ev hatine ji mala xwe,
Divên istiqlala xwe.
Bûm go bazê dilawer,
Gelo kî ye serleşker.
Go tev paşa û mîr in;
Bê wezîr û gizîr in;
Bûm hêdî rabû ser xwe,
Taca xwe da serê xwe.
Go bi taca serê min,
Kes nîne hemberê min.
Rabin wek pehlewana,
Dê em herin ser wana.
Piştî vê biryarê jî rewşa trajedîk a tê serê mirîşkan jî di helbestê de wiha tê gotin:
Dîka xwe da enîşka,
Bû qidqida mirîşka.
Go fermana we rabû,
Koma we j` hev bela bû.
Ê ko kuştin ê ko man;
Hatin gundan bê goman.
Wan jî weke me kurdan,
Destê xwe j` ber xwe berdan.