
Şervanê YPGʹê Ehmed Beşîr Hemadê (Yilmaz) ji pêkhateya Ereb e û ji gundê Keramê ya Hesekê ye. Piştî şervanên QSDʹê bajaroka Şedadê û gundên derdora wê ji komên çete yên DAIŞʹê rizgar kirin, Yilmaz û 5 birayên xwe tevlî hêzên parstinê bûn û cihê xwe di şerê li dijî komên çete yên DAIŞʹê girtin.
Yilmaz, da zanîn ku armanca wan ew bû ku tola gelê xwe ji çeteyên DAIŞʹê yên bi salan herêmên wan dagirkiribûn, rakin.
Beşîr destnîşan kir ku ew ji hêzên parastinê yên li dijî DAIŞʹê şer dikin, bibandor bûn û wiha tevlî nava hêzên parstinê bûn. Yilmaz 24 saliye û xwedî 5 xwîşk û 7 biraye. Dema tevlîbûna xwe ya nava hêzên parstinê ragîhand ew tevlî YPGʹê bû, 2 birayên wî yên binavê Heysem û Casim tevlî nava refên QSDʹê bûn. Her wiha sê birayên wî yên bi navê Hemadê, Emar û Yasir jî tevlî hêzên Asayîşê bûn û niha li bajarê Hesekê erka xwe ya parastina civakê pêk tînin.
Tola gel hiltînin
Yilmaz têkildarî beşdarbûna xwe de axivî got: ʺGelê me ji destê çeteyan gelek zilm û zordarî dît. Em niha tola gelê xwe radikin. Em ê çeteyan tune bikin.ʺ
Yilmaz, destnîşan kir ku ev saleke ew û birayên xwe tevlî hêzên parastinê bûne û soz da ku dê heta dawî soza xwe parastina herêmê bidomînin û jiyana gelê herêmê biparêzin.
REQA