Nivîskarê Kurd Ferruh Teymuroglu di ger û geşta xwe ya lêkolînê ya der dora Mûşê de rastî bûyereke dîrokî tê û der barê mijarê de agahiyên xwe bi me re parve kirin. Rojnamame ji ber girîngî û wateya mijarê xwest bi vê nûçeyê vê bûyera girîng a dîrokî bi we xwendevanên xwe re parve bike. Da ku ev bûyer jî wekî her bûyerekî dîrokî cihê xwe di nav rûpelên dîroka Kurd de bigire û bibe nirxeke gel a zêrîn.  Ji bo vê me jî agahî ji devê kesekê ku herî nêz ê vê bûyerê girt. Bi vê awayî me xwest agahiya herî rast bê dayîn.

Bûyer der barê Fermandarê Mihemedê Xalit ê Gundê Girvasa Navçeya Bongilanê ye. Mihemedê Xalit ê Girvasî fermandarekî Serhildana Şêx Seîd e. Mihemedê Xalit di Çala Meneşkutê de fermandariya hêzên Şêx dike. Bi destpêka serhildanê re Fermandar Mihemedê Xalit bi hêza xwe diajo ser Gimgimê. Bi şereke mezin Gimgim dikeve bin destê hêzên Şêx Seîd. Ev serkeftin pir dom nake. Piştî serhildan li Amedê dişke weke hemî herêman bandora şikestina Amedê li ser hêzên Fermandar Mihemedê Xalit Girvasê jî dike.
Neviyê Fermandar Mihemdê Xalit Ezîz Sutpak derbarê geşedanan de van agahiyan dide: “Piştî ku serhildan dişke û Şêx Seîd ji Amedê vedigere kalê min jî xwe digihîne Şêx. Şeva ku Şêx li ser pira Evdurehman Paşa ya navbera Gimgim û Mûşê de bi bêbextiya Qasim dîl tê girtin Mihemedê Xalit xwe nade dest.”
Sutpak di berdewama axaftina xwe de diyar dike ku hêzên dagirker û pêxwasên derdorê dev ji wî bernadin û wî û çend hevalên wîdişopînin û wiha got: “Di vê navberê de kî tê girtin li ser Mihemedê Xalit şahidiyê dike û dibêje; ‘em di bin bandora Mihemedê Xalit de mane û wî me tevli şer kiriye.’ Bi van şahidiyan der barê Mihemedê Xalit de dosyeke mezin tê amadekirin. Ev dosya her ku diçe qalintir dibe.”

Bi awayekî hovane qetil dikin

Sutpak destnîşan kir ku Mihemedê Xalit jî bi germ û kelecana destpêka havînê re hewl dide ku ji herêma Bongilan, Girvas, Gimgim û Mûşê derkeve û wiha bi lêv dike: “Ji bo vê dide ser rê û dixwaze biçe binxetê. Li ser çemê Murad pira Ginc heye. Dema ku kalê min û hevalên wî dixwazin di ser pirê re derbas bibin dikevin kemînê û tên girtin. Di dema girtinê de Şekiroyê Tehsîldar ê Mûşê ji yekîneya leşkerên Tirk re pêşengtiyê dike. Dema Mihemedê Xalit tê girtin Şekiro wiha dibêje; ‘Komtan tu zanî ev kiye? Ev Fermandar Şêx Mihemed Xalitê Girvasiyê ye.’ Li ser vê leşkerê Tirk lez didin û Mihemedê Xalit û hevalên wî dîl digirin.”
Sutpak diyar dike ku li gor agahiya ku didin wan gereke wan bibirana dadgeha îstîklala Erziromê û wiha qala wan salan dike: “Lê wisa nekirin. Dema wan dibin di rê de li ber pira Silûgê ya nêzî Mûşê Mihemed Xalit û pênc hevalên wî yê din bi awayekî hovane li wir qetil dikin. Ev her şeş lehengên Kurd di hembêza hev de di nav singa axa pîroz a Kurdistanê de radizin. Heta ku têkoşîna gel geş û gur nebû û ruhê azad neket nava gel ev bûyer jî di cihê xwe de veşartî ma. Lê piştî ku têkoşîn geş û gur bû, di nav gel de tirs û fikar nema ev mijar jî weke hezaran bûyerên din hatin aşkerakirin. Gora her şeş lehengên Kurd li gel hev hat çêkirin. Niha gel diçe ser gora wan. Gora wan pakrewanan îro weke meqberekî û bê navber serdana wan tê kirin û ew bi rêzdarî tên bibîranîn.”
Her şeş lehengên ku di vê tirbê de radizên jî navê wan wihane:
Eliyê Cibranî yê ji gundê Salerîkê, Eshedê Cibranî yê ji gundê Salerîkê, Mihemedê Xalit ê ji gundê Girvasa Bongilanê, Şêx Ebdurezak, Şêx Ubeydulah, Şêx Weysî, Neviyê Mihemed Xalit destnîşan kir ku Şêx Ebdurezak, Şêx Ubeydulah û Şêx.  Weysî ji şêxên Tîlêya Mûşê ne. Niha Tîlê kirine navçe û navê wê guhertine û kirine Korkut. 

AMED