Beriya bi demeke kurt agahî hatibû ber destê me ku MÎT´ê bi rêya Weqfa SETA bi navê lêkolînan xebatên xwe yên berhevkirina agahiyan derbarê PKK´ê de û fîşkirinê dikandar û karsazên Kurd heta bi Ewrûpayê birine.

Dawiya hefteya bihurî bi rûdanênm li Parîsê, ev agahiya hanê hat piştrastkirin. Lêkolînera bi navê Merve Seren li Parîsê li ser navê Weqfa SETA´yê li saziyên Kurdistanî digere û hewl dide agahiyan berhev bike. Seren li saziyên mîna Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê, Înstîtuya Kurd û saziyên din digere û li van saziyan hem bi dizî wêneyên nûnerên saziyan digire û hem jî pirsên cihê dipirse.


Gelo pirsnameya ajana MÎT´ê ye?

Hin ji pirsên wê bi vî rengî ne:

“Apo xwe amade dike pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Hûnê bi ay vê bikin?

Gelo KCD saziyên PKK´ê ne? Weke dikandar, gelo PKK ji we pereyan dixwaze? Kengî tên û çiqas pere dixwazin? Gelo PKK bi zorê pereyan ji we distîne? Gelo berê PKK´ê çidet li we kiriye? Gelo komîteyên PKK´ê yên dikandaran hene? Ev kes çawa dixebitin?” 

Seren ji kesên ku bi wan re dipeyive, dibêje, dewletê û Altan Tan ew bi taybetî wezîfedar kirine û bi vê yekê hewl dide bi Kurdan re têkiliyê deyne. Seren gotiye, SETA´yê ji bo Ewrûpayê pirtûkeke taybet amade kiriye û ew ê hîna demekê li Parîsê bigere. Seren hîna jî li Parîsê dimîne.

Dawiya hefeteyê Merve Seren li Parîs, baliyoyên wê Villiers Le Bel, Villeneufe li dikandarên Kurd geriya û pirsên bi heman rengî kirin. Pirtûkeke wê jî heye ku bi navê  Îstîxbarata Stratejîk û Ewlekariya Neteweyî çap bûye.


Weqfa dijminahiya Kurdan ji bo dewleta Tirk 

Weqfa SETA ku Seren jê re kar dike, Çiriya Paşîn a bihurê li Ewrûpayê bi navê lêkolîna kar û xebatên PKK´ê li dijî Kurdan hin xebat dabûn destpêkirin.

Maseya SETA´yê ya Ewrûpayê 16´ê Çiriya Paşîna 2016´an bi navê “Kar û xebatên PKK´ê li Ewrûpayê” jî panelek li dar xistibû. Di panelê de tevî gelek beşdaran serek şêwirmendê Erdogan Saadet Oruç jî beşdar bûbû. Wê axaftina yekê ya panelê kiribû û gotibû; “Piştî ku parlamenterên HDP’ê di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatin girtin, xebatên PKK´ê hem li Tirkiye û hem jî li gelek welatên Ewrûpayê zêde bûn. Zor li milîtanên rêxistinê tê kirin ku li Ewrûpayê li dijî mirovên ji Tirkiyeyê çalakiyan bikin. Yekîneyên ewlekariya Ewrûpayê dengê xwe ji van êrîşan re nakin. Ez difikirim ku di navbera îstîxbaratên van welatan û PKK´ê de lihevhatinek hebe.”

Di vê panela SETA’yê de tevahiya saziyên Kurdan weke saziyên PKK´ê hatin danansîn, û dikandarên Kurd jî weke hedef hatin nîşandan. 


Weqfa SETA çi ye?

Bi navê Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakê (SETA) ev weqf di diyarkirina nexasim jî siyaseta derve ya AKP'ê de bi bandor e. Kesên li SETA wezîfedar ên navdar û darîçav ev in: Hatem Ete, Taha Ozhan û Ufuk Ulutaş. Ev kes, di kanalên televizyonê yên dewletê de, hem jî di rojnameyên mîna Sabah û Starê de ku yekser ser bi AKP´ê ne, yan qunciknivîs in yan jî bernameyan çêdikin.

Damezrênerê SETA'yê, kordînatorê berê yê Washingtonê  Nuh Yılmaz e; ev kes Tebaxa 2013'an weke Muşawirê MÎT´ê yê Çapemenî û bi Peywendiyên bi Xelkê re hat wezîfedarkirin. Nuh Yılmaz niha tora MÎT'ê ya çapemeniyê bi rê ve dibe.  Beriya niha jî pirtûkên wî yên li ser îstîxbaratê hatibûn weşandin.

Saziyeke din a ser bi SETA´yê heye û navê wê SDE ye. 

Ev saziya bi navê Înstîtuya Fikra Stratejîk (SDE) dibin serokatiya Prof. Dr. Yasin Aktay de xizmeta AKP´ê dike û di diyarkirina siyaseta wê ya derve nexasim jî li Rojhilata Navîn de bi dewreke diyarker radibe. Aktay di heman demê de edamê Desteya Navendî ya Biryardayîn û Rêveberiyê ya AKP´ê ye. Bi agahiyên SETA'yê berhevkirî  beriya niha gelek rojnamevan bi îdîayên cihê hatin dadgehkirin û hin ji wan hîna jî di girtîgehê de ne.


 PARÎS