
Pirtûkên ji danahevên pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, Gulana bihurî ji Weşanên Aramê der çûn. Di nava seta danahevê de pirtûkên bi navê "Israra di sosyalizmê de israra di mirovbûnê de ye", "Evîna Kurd", "Çawan bijîn" û "Çalaki û zimanê rastiyê" heye.
Dadgeha Ceza ya 1'emîn a Sulhê ya Amedê biryara destdanînaser û komkirina Pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya "Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê, Pirsgirêka Kurdan û Çareseriya Netewa Demokratîk (Di Nava Pencên Qirkirina Nejadî de Parastina Kurdan)" rakir.
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk (AYM) di 25'ê Hezîrana sala 2014'an de, dema ku pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di qonaxa weşandinê bû, biriyara destdanîna ser dabû. Piştî vê biriyara AYM'ê, parêzerên Ocalan li ber biryarê rabûn, dadgehê jî îtêraza wan nirxand û biryara destdanînaser pirtûkan betal kir.
Bi betalkirina biriyara desteserkirin û komkirina pirtûkan re Gulana bihurî seta pirtûkan a danaheva pirtûkên Abdullah Ocalan ji Weşanên Aramê der çû.
Di nava setê danahevê de pirtûkên weke "Israra di sosyalizmê de israra di mirovbûnê de ye", "Evîna kurd", "Çawan bijîn" û "Çalaki û zimanê rastiyê" jî cîh digirin. 4 pirtûkên ji Weşana Aramê derketin rastî eleqeyeke mezin tên, di nava refên pirtûkxanê de cîh girtin û gihîştin berdestê xwendevanan.
SARYA GOZUOGLU/JINHA/AMED