Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re şevek hate lidarxistin. Di çalakiyê de alayên YPG û YPJ’ê û pankarta ‘CejnaVejînê pîroz be’ hatin daliqandin.
Endamê Dîwanê ya KCDK-E’yê Demîr Çelîk di çalakiyê de got, “PKK bi feraseta xwe ya demokratîk û ekolojîk bûye doza rizgariyê ya hejar, bindest û kedkaran.”Gelek hunermend tevlî çalakiyê bûn û koma govendê ya zarokan jî gelekî bal bire ser xwe .
ANF/NURNBERG