14ʼê Sibatê çendî weke roja Ezîz Valentîn û evîndariyê bê zanîn jî, li nav Kurdan û xasma li Başûrê Kurdistanê, nîşana evîn, dostanî, aştî û aramiyê Sêva Mêxekrêj e. Ji ber vê yekê li Berlînê li avahiya Komeleya Dêûbavên kurdî YEKMALʼê çalakiya Sêva Mêxekrêj bi rê ve çû.
Çalakiya ku nîvrojê çêbû, ne tenê bala Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê kişand, gelek dostên Kurdan ên Elman û ji miletên din jî di çalakiyê de hazir bûn. Beşdaran sêvên sor mêxekrêj kirin, yanî bi mêxekan/qurnefîlan ser wan bi temamî girtin. Sêva mêxekrêjkirî jî ne ji bo mirov bibe mala xwe ye, lê ji bo ku mirov weke diyarî bide dost hezkiriyên xwe ye. Ev çalakî cara yekê ye bi vî rengî li Elmanyayê tê organîzekirin û gelekî bala beşdaran bire ser xwe.
Çavkanî Rojhilat û Başûr e
Rêveberê çalakiyê Şaswar Mame li ser Sêva Mêxekrêj got, “Sêva Mêxekrêj rêûresmeke kevn a Kurdan e ku evîndaran weke hêmaya evînê ji hev re kiriye diyarî. Her wiha, dema ku ji hev aciz bûne, ji bo lihevkirin û aştiyê jî diyarî hev kirine. Her çiqasî dîroka peydabûna vê rêûresmê nediyar be jî çavkaniya wê Kurdistan e bi taybet Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye.”
Bi salan weke xwe dimîne
Der bareyê çawaniya mêxekrêjkirina sêvê û taybetmendiyê wê de jî Şaswar Mame got, “Ji bo çêkirina her sêvekê pêdivî bi nêzikî 100 g mêxek heye. Helbet li gorî mezinahiya sêvê ev diguhere. Her wiha çêkirina sêveke bi awayek baş û xweşik zêdetirî 2 saetan wext digire. Dema ku sêv tê mêxekrêjkirin, di nav çend hefteyan de sêv hîşk dibe beyî ku xira bibe. Û bi dehan salan dimîne û bîna mêxekê wenda nabe û reng û awayê sêva mêxekrêj jî weke xwe dimîne.”
Înîsiyatîfa Seywan Saedian
Beriya çend salekî, ev rêûresm hatibe ber nemanê, lê ev çend sal in ji nûve belav û berfireh bûye û nexasim li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê û hin deverên din belav bûye.
Hunermend Seywan Saedian ê ji Rojhilatê Kurdistanê, qederê 15 salan e ku kar dike ji bo vejandina vê rêûresmê. Sala 2005ʼan wî dest bi projeyeke hûnerî kir bi navê “Sêva Mêxekrêj”. Ji wê demê pê ve Sêva Mêxekrêj weke sembola evîn û aştiyê ji nû ve di nav Kurdan de zindî dibe. Her wiha wî hunermendî ev proje biriye Başûr û Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Swêdê jî.
BERLÎN