
Sêva Mêxekrêj ku ji sala 2010´an ve ji bo bibîranîna qurbaniyên Enfalê weke cejneke fermî jî xwedî rojeke taybet e, piştî sala 2010´an ji nû ve jîn bû û belav bû. Ev sêva ku bi qurnefîlan tê xemilandin, hem evînê û hem bîranînê, hem dilsoziyê û hem xemxuriyê, hem aştiyê û bexteweriyê sembolîze dike. KNK´ê yek ji van sêvên Mêxekrêj diyarî serokdewletê berê yê Uruguayê José Alberto Mujica Cordano yê bi navê Pepe navdar, kir. Sêva Mêxik pêr bi şev gihişt ber destê Pepe û ew jî weke karê pêşî vê sêvê bîhn dike.
MONTEVIDEO