
Çira me wê ronî bike
Ji Rêveberên Çira TV Hecî Çelîk û Gewrê Cengîl derketin ser dikê, li ser girîngiya çapemeniya azad axivîn û banga piştgiriyê kirin. Rêveber Gewrê Cengîl di destpêka axaftina xwe de der barê alîkariya ku wan weke Çira TV ji bo Şengaliyan kom kirine agahî da û diyar kir, ku heta niha zêdeyî nîv mîlyon euro alîkarî hatiye komkirin û piraniya vê alîkariyê gihaştiye Şengaliyên koçber, bi taybetî yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê. Hecî Çelîk jî di axaftina xwe de bibîr xist, ku di dîroka Kurdistanê de yekem televîzyona çapemeniya azad di sala 1995'an de dest bi weşanê kiriye û destnîşan kir ku Çira TV jî berdewamiya vê kevneşopiya ragihandina azad e. Çelîk bal kişand ser girîngiya endametî û piştgiriya Çira TV û got, "Euroyeke weke alîkarî bê dayîn jî wê bibe dilopek don û Çira me hemûyan ronî bike."
Xwe bi rêxistin bikin
Di şevê de peyama endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK Sozdar Avesta ya bi dîmen jî hat pêşkêşkirin. Avesta ragihand, ku dagirkerên nekarî di 72 fermanan de bigihêjin armanca xwe, bi fermana dawî re hewl dane daxwazên xwe bicih bînin, lê rastî berxwedaneke mezin a HPG û YBŞ'ê hatine. Avesta rewşa li Şengal û Kobanê anî pêşberî hev û got, "Çima Şengal di nava 4 saetan de hat dagirkirin, lê çima Kobanê ev zêdeyî 2 meh in li ber xwe dide? Divê ev rewş baş were nirxandin û ders jê were derxistin. Kobanê, gelê Kobanê ji ber xwe gelekî rêxistinbûyî ye, ev bi mehane li ber xwe dide. Bi yekîtî û rêxistinbûyînê Şengal dikare bê azadkirin. Civaka Êzidî pêwîste, xwe bi xwe birêvebirine û di vî warî de hewldan bên kirin. “
Rola medyayê girîng e
Hevserokê FKÊ Alî Atalan jî ji di axaftin xwe de bal kişandi ser berxwedana li Şengalê çand û ola Êzîdiyan li qada navneteweyî, berxwedana Kobanê jî rewatiya tevgera azadiyê ya Kurdistanê bi tevahiya cîhanê dane pejirandin. Atalan di axaftina xwe de girîngiya saziyên çapemeniyê di jiyana civakan de bibîr xist û got, "Xwedîderketina li Çira TV ji bo me hemûyan erkeke stratejîk e. Çira TV hevale ruhê berxwedana Şengal û Kobanê ye. Alîgirê azadiyê ye. Divê em xwedî lê derkevin."
ANF/STADTHAGEN