Di şeva piştevaniya Kobanê û Şengalê ya li bajarê Saarbruckenê de, li gel Şaredar Charlotte Britz û nûnerê sendîkaya DGB, Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî tevlî şevê bû. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî. Di şeva piştevaniya Kobanê û Şengalê ya li bajarê Elmanya Saarbruckenê de zêdeyî 2 hezar Kurdistanî û dostên wan ên Elman amade bûn. Di axaftina li ser navê komîteya amadekar de hat destnîşankirin, ku bi saya berxwedana Kobanê pirsgirêka Kurd ketiye rojeva cîhanê. Di axaftina komîteya amadekar de hat ragihandin, ku alîkarîdayîna Kobaniyî û Şengaliyan ji niha û pê ve jî wê wezîfeya wan be.

Şaredar Britz: Dê alîkarî dewam bikin

Şaredara Bajarê Mezin a Saarbruckenê ya ji partiya Partiya Sosyal Demokratan (SPD) Charlotte Britz derket ser dikê û diyar kir ku ji ber ew tevlî çalakiya ji bo destekdayîna Kobanê û Şengalê bûye, 'serbilind' e. Britz da xuyakirin ku alîkarîdayîna mirovên Kobanê û Şengalê 'cihê kêfxweşiyê' ye û got, "Kombûna ewçend girseyeke qelebalix li vê derê, ji bo min surprîz bû. Li Saarbruckenê kombûna ewçend mirovan ji bo Kobanê û Şengalê, tiştekî xweş e." Britz da zanîn ku alîkariyên ji bo Kobanê û Şengalê tên kirin, wê ji niha û pê ve jî dewam bikin.


Berê û piştî Kobanê

Serokê eyaleta Saarland a sendîkaya DGB Eugen Roth jî di axaftina xwe ya li şahiyê de bal kişand ser berxwedana Kobanê û anî ziman ku dîroka Kurdan bi şêweyê 'Beriya Kobanê û piştî Kobanê' ji hev cuda ye. Roth got, "Cîhanê, bi saya Kobanê ji nû ve Kurd kifş kir. Bi vê berxwedanê re cîhan bi heyranî li Kurdan dinêre. Lewma divê Elmanya jî hêdî êdî têkoşîna Kurdan bibîne û hîn bêhtir alîkariyê bide." Li ser navê Konseya Penaberan a Saarlandê (Saarlandische Fluchtlingsrat) Roland Roder jî da xuyakirin ku qedexeya li ser PKK'ê ya li Ewropa bi taybetî jî li Elmanya bêwate ye. Roder bibîr xist ku PKK'ê bi destwerdanê re pêşî li bîlançoya giran a komkujiya li Şengalê girtiye û got, "Eger PKK nebûya, Kobanê wê îro ji barbaran re bima. Û ji bo vê jî Kurdan bi têra xwe berdêl dan. Divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, lê hema niha divê were rakirin."

Divê cîhan li cem me be

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî bi rêya telefonê beşdarî çalakiyê bû û destnîşan kir ku berxwedana li Kobanê ji bo azadiya Kurdan e û wê 'heta dawiyê' dewam bike. Muslim ragihand ku berxwedana Kobanê ji bo tevahiya cîhanê têkoşîna rûmetê ye û anî ziman ku di vê têkoşînê de ew dixwazin tevahiya cîhanê li cem xwe bibînin. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di şeva li Saarbruckenê de amade bû û da xuyakirin ku li hemberî komkujiyên li Kobanê û Şengalê, Kurdên li Ewropayê 'rola dikeve ser milê xwe lîstine'. Di şevê de Koma Dengê Mezopotamya, Koma Zel û Narîn, Xelîl Xemgîn, Kendal Manîş, Grîlya Sound derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Li dû govendê jî sînevîzyon hat nîşandan.

ANF/SAARBRUCKEN




Meşa piştgiriya Kobanê

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Sara de êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi meşekê hatin şermezarkirin. Nêzî 200 jinên Kurd li Luîsenplatz kom bûn, pankarta, “Jin ji bo Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne” hilgirtin. Girse paşê ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. Di axaftinên tevayî meşê de axaftvanan bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê li dar dixin û banga piştevaniyê li raya giştî ya navneteweyî hat kirin. Di axaftinan de hat diyakirin ku li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin tê nîşandan. Di meşê de her wiha belavok jî hatin belavkirin. Piştî meşê ku mîtîngek hat lidarxistin, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sirûda “Ey Reqîb” hat xwendin. Di mîtîngê de ku daxuyaniya Tevgera Jinan a Kurd hat xwendin.

ANF/DARMSTADT