Rapbêjên Kurd 21´ê Cotmehê, li Stenbolê dicivin û Şeva Repa Kurdî (Kurdish Rap Night) li dar dixin.
Rapbêj Xem organîzatorê vê bernameyê ye. Ew bi xwe jî dê beşdarî şevê bibe. Wî da zanîn ku rapbêjên Kurd Ronî, DJ Mo-Mat, Reqso, Kurdoo, Adar, Jiwar, Direwş Koçer, koma bi navê Tolhildan ku li Ewrûpayê dijî û herwiha rapbêjê Tirkê bi navê Patron jî bi mebesta piştevaniya rapbêjên Kurd dê beşdarî bernameyê bibe.
Ev jî yek ji kîm organîzasyonên mezin ên derdora rapa Kurdî ye.
Şeva Repa Kurdî roja Yekşemê li cihê bi navê Cemiyetê yê li navçeya Beyoglu birêve diçe û Deno pêşkêşvaniya wê dike.
Hat zanîn ku rapbêjên Kurd ên weke Serhedo, Rêzan, Şerîf Omerî ji ber rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê nekarîne beşdariyê li şevê bikin. Rapbêj, Dezz Denîz jî ji ber ku hîna nû bûye dayîk, nikare beşdarî bernameyê bibe.
STENBOL