Parlementerên BDP’ê û Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê, pêr bi armanca piştgiriyê bidin Irmak û Sariyildiz, ji bo pirsgirêka Kurd bi riya aştî, diyalog, muzakereyê çareser bibe, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji bo operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibe li navenda giştî ya BDP’ê dest bi greva birçûbûnê kiribûn.
Parlementeran di çalakiyê de pankarta ‘Ne Şer muzakere, ne tecrîd, azadî’ hate daliqandin. Disa parlementerên BDP’ê û Eniyê dê berdilkên li ser ‘Çareserî di diyalogê de ye’ û ‘Çareserî di muzakereyê de ye’ hatiye nivîsandin li xwe kirin. Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, Wekîlê Serokê Koma BDP’ê Hasip Kaplan, parlementerên BDP’ê Îdrîs Baluken, Halîl Aksoy, Altan Tan, Ertugrul Kurkçu, Erol Dora, Îbrahim Bînîcî, Adîl Kurt, Sirri Sureyya Onder, Demîr Çelîk, Esat Canan, Husamettin Zenderlîoglu amade bûn. Navenda BDP’ê heta derengê şevê ji aliyê nûnerên saziyên sivîl ên civakî û wlatiyan ve ji ber çalakiya greva birçîbûnê hate ziyaretkirin. Di şevê de şano hate pêşandan û muzîk hate guhdarkirin. Di şevê de Ayla Akat Ata û Hasip Kaplan jî sitran gotin. Di şevê dereng de koma şano ya BDP’a Altindagê lîstika şanoyê pêşkêş kir û piştgirî da çalakiyê.

ENQERE