Ji endama lîjneya rêveberiya Yekitiya Hunermendên Jin Sûltan Oger diyar kir ku ev cara yekem e ku hunermendên jin ên ku jiyana xwe ji dest dane bi hev re tên bîranîn. Oger bal kişand ser girîngiya hunermendên jin ên Kurd a ji bo mûzîk û zimanê Kurdî û got: “Di şexsê hunermendên me yên jin de dîroka jina Kurd veşartî ye.”
Oger komkujiya li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan şermezar kir û diyar kir ku ew ê weke Yekitiya Jinên Hunermend a Mezopotamyayê bi awayeke çalak tevlî kampanyaya “Em edaletê dixwazin” ya ku li Ewropayê ji bo her sê jinan hatiye destpêkirin bibin.
Di şevbêrkê de stranên jinên Kurd ên weke: Eyşe Şan, Hozan Mizgîn, Delîla Meyaser, Newal, Berçem, Leyla Bedirxan, Merziye Rezazî, Elmas Xan, Fatma Îsa, Fetane Welidi, Fewziye Mihemmed, Hozan Helbest, Nesrin Sherwan, Nurcan, Shilan, Sosika Simo, Xana Zaze û Zadîna Şekir hatin gotin.
KOLN