Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Wuppertalê, Şevbihêrka Dengbêjan hate lidarxistin. Hozan Şemdîn û Ronî Erez beşdar bûn.
Şevbihêrk ji aliyê Komîsyona Çandê ya NCDK a Wuppertalê ve hate organîzekirin. Hozan Şemdîn û Ronî Erez beşdarî şevbihêrkê bûn. Dengbêjên herêmî û gelek Kurdistanî li Şevbihêrkê amade bûn.
Berdevkê Komîsyona Çandê, Veysî Işik li Şevbihêrkê axivî û got, ji bo nifşên nû ji çanda xwe dûr nekevin, divê çalakiyên bi vî rengî bên organîzekirin.
Şevbihêrka dengbêjan çar saetan dewam kir.
ANF / WUPPERTAL