Şevbuhêrkeke hunerî li Dêrikê
Meclisa Tev-Çandê û Navenda Çand û Huner a şehîd Dîcle ya bajarê Dêrikê, şevbûhêrkeke hunerî li navçeya Eyn Dîwerê li dar xist. Armanca şevbuhêrkê jî nûkirin û domdarkirina çand û hunerê Kurdî ye. Gelek kas di şevbuhêrka li Eyn Dîwerê de amade bûn.
Şevbuhêrkê bi stranên hunerî û gelêrî yên endamên Koma Kevneşopî dest pê kir û yek bi yek bi deng û miqamên xwe yên kevin wan stran gotin.
Têkildarî mijarê Endama Çand û Huner Fatma Husên li ser şevbuhêrkê got: "Armanca me ji vê şevbûhêrkê ew e ku em çand û hunerê xwe yê kevnar ji bîr nekin. Em dixwazin, vê dengbêjiya me ya kevin bi her aliyê xwe bikin pirtûk û bixin nav mufredata dibistanan da ku nifşên nû çanda xwe ji bîr nekin."
Tê payîn ku şevbuhêrkên hunerî li tevahiya navçeyên bajarê Dêrikê werin lidarxistin. ANHA/QAMIŞLO