Kometa Atlas nîvê roja me mezin e û çav li rê ye ku dawiya Gulanê bibe objeya herî dibiriqe ya li ezmanê şeva dinya me. Piştî bi 6 hezar salan ev kometa dêw careke din xuya bû. Ev kometa qeşayî ya dêw a bi navê Atlas, li ezmanê bakur xuya dike û wê her mezin bibe heta bi dawiya Gulanê, ew ê di rêgeha Marsê re jî bibihure û berê wê jî li roja me ye.

Ev komet herî dawî texmînî beriya mîladê bi 4 heyar salan di ber dinyaya me re bihurîbû. Hingê cotkarên Misra antîk ew dîtibûn, ji bilî wan eşîrên neolîtîka Îrlandayê jî. Herçî vê carê ye, pêşî 28’ê Kanûna 2019’an hatibû dîtin ji aliyê Asteroid Terrestrial-impact Last Alert System (Sîstema Hişyarkirina Dawî ya tesîra Asteroîdan li Dinyayê - ATLAS). Komet 5 caran li hecmê jupîterê mezin e û qederê nîvê roja me ye mezinahiya wê. Lê mirov bila çavtirsandî nebe. Muhtemelen sîsika wê çend mîlan fireh e û ya mayî atmosfera wê ye. Ev ewrên li dora wê ji seriyekî heta seriyê din milyonek û 440 hezar kîlometreyan fireh in. Roja me ji seriyekî heta seriyê din 2 milyon û 785 hezar û 400 kîlometroyan fireh e. NAVENDA NÛÇEYAN