Dîdeban


Di nav kûrahiya dilê min de jineke ciwan derbas bû, milên xwe li ba kirin û çû. Ew bi bayê birûskê derbas bû, lê dewsa lingê wê di nav dilê min de ma. Bejneke selwi ya narîn, zimanekî ji qendê yê şîrîn, edebeke efsanewî ya Kurdî bi çanda şoreşa Kurdistanê re kelijand, kir yek û çû. Ev jina ciwan a evîndar xwe li derfet, nîmet û jiyana qaşo astebilind a ku wek bihûşta cîhana îroyîn jî tê binavkirin ranegirt.  Tenezulê li jiyana van deveran nekir. Ket dû dîrok û evîneke di kûrahiyên hiş û bîra mirovahiyê de wendabûyî...

Ji malbeteke welatparêz bû Şevîn...Torina bapîrekî mêrxas, xwarziya xalên Kurdperwer, keça bavekî dilsoz, dayîkek ku demên dirêj li benda şervanên bira mayî û zaroka bajarekî welathez bû Şevîn...Di gava gerîlayên efsanewî wek sî yên xeyalî li çiyayên Norşênê, deşta Mûşê, li geliyên Xerzan û Tetwanê tovên azadiyê diçandin de Şevîn jî wek libeke bizrê ya evîna azadiyê tevli jiyana welatê evîndar û hinde jî birîndar bû. Di bajarekî wisa, di malbateke wisa û di nav derdoreke têkildar de mezin bû. Ne Stenbol û ne Ewrûpa dikarîbû avê li kelekela sotîner a evîna di kûrahiya dilê wê de bike. Encex û tekes ava çiyayên hêlîna bazan, warê leheng û pakrewanan dikaribû dilê wê piçek jî be hênik bike. Piştî çûna te Şevînê niha her kes li bersiva pirsa evîn çi ye digere, evîn çi ye? Evîn heybereke çawa ye? Bi destan tê girtin, gelo bi çavî tê dîtin? Anku bi hestan tê hîskirin? Çi evîn e ku cîhana li ser sînika zêrîn li ber çavên mirovan dike wek pûş, wek qirş û sergo. Ew çi evîn e ku rastiya welatên biyanî wek ava zelal li ber çavan radixîne. Derfetên aborî, xanî û qesrên bilind, erebeyên lezgîn û xemilandî, textên zêr û zîvîn, geşta di nav parzemînan de, bi firêketina di zikê esmanî de hemû heyînên ku di xewn û xeyalên milyonan de ne li pêş çavan radixîne û jê re dibêje, na!...Di gava bi sedhezaran mirov di ser çiya, kendal, derya û di nav daristanan re canê xwe davêjin agirî, zarokên xwe di avên bêbinî de difetisînin û lingê leşkerên kirêt radimûsin de jineke ciwan a 18 salî ji wê cîhana birîqîner, rengîn û qaşo bêqusûr re dibêje; de here wê da! De here wê da tu ne li gorî min î, tu li bejna min a delal û nazenîn nayê, tu têra dûrbîniya çavên min yên hingivînî nakî, tu nikarî birîna ji evîna hezar salî ya di dilê min de heyî re bibî derman û bikewînî...De here wê da!... 

Ev feraset çi gihertin çêkir di civaka me ya kevnar, qedîm û ewqas jî bendewarê azadiyê de? Ev guherîn ku dayîkên dilşewat dikarin pê li dilê xwe bikin, ji bo dijminên mirovahiyê nekarin bêjin; me dayîka wan da giriyandin cegerên xwe davêjin nav êr, da ku dilê dijminan şad nebe, destên hev digirin, derdikevin ser dikan û bi yekdengî diqîrin: em bi zarokên xwe serbilind in, em dayîkên şehîdan in, zarokên me ji bo rûmet, hebûn û azadiya gel û welatê me xwe gorî kirîn...

Dayîka degel û serbilind Nuriye li pêş çavên min e...Ev jina birûmet çawa gihişt vê hêzê, çawa hinde bilind bû ku serê wê digihîje esmanî...

Di demên berê de malbatên şêx û axayan li herêma me navdar, qedirbilind û desthilat bûn. Civak di ber wan de digeriyan. Ji derdan re qaşo derman bûn, jin û mêr, kal û pîr, nexweş û hejar li nav çavên wan dinêriyan...Destramûsana wan gihiştina asteke bilind a pîroz bû....Ev car min di rêrûresma bîranîna Şehît Şevîn û Stêrk Serhad de dît ku ev hêmana civakî ya di nav Kurdan de jî ji binî ve guheriye. Niha malbatên şehîdan dewsa wan girtîn, her kes bi hezkirin xwe dirêjê destê dayîkên şehîdan dike. Pîrozî, serbilindî, rûmet , gelek têgihên din naverok guhertin, gihiştin maneya xwe ya rastîn...Êdî ev rêveçûn paş ve nazivîre...Armanc ber bi welatê evînê ve ye. Şervîna evîndar û bi hezaran hevrêyên wê carekî din ev rastî şanî me dan. Divê em jî baş guh bidin banga wan, baş li ser evîna wan vekolîn. Li aliyekî layiqê wan bin, li aliyê din destê dayîkên ku ew mezin kirin, ramûsin.