Sewalkarê bi navê Ahmet Solgun, diyar kir ku ji ber êm buha dibe û lêçûna xwedîkirina sewalan buha dibe pir zahetiyan dikişînin. Solgun, anî ziman ku li aliyekî ka, ceh, êm buha dibe û li aliyê din goşt erzand dibe û wiha nerazîbûnên xwe anîn ziman: "Ji ber zivistanê dirêj ajot û berf û serma gelek zêde ye bandora xwe li ser buhayê ka ûceh kir. Berê ka ji Riha, Amed, Sêrt û Êlihê ji mere dihat. Lêpiştî rê hatin girtin êdî wekî berê zêde nayê û buhayê wê zêde bû."
Welatiyê bi navê Ercan Ozer jî anî ziman ku îsal zivistanek pir dijwar dijîn û ji ber vê yekê sewalkarî pir zahmet bûye. Ozer, da zanîn ku zivista sar û berfa zêde ew xistin nava zahmetiyan û wiha got: " Ji ber em kayê didin pez, şîr kêm e. "
MÛŞ