Şewata li herêma Bermêşê ya nêzî 10 kîlometre dûrî navçeyê ye, di rojên dawîn de derketibû mezintir dibe. Dîsa şewata ku leşkerên Qereqola Şapatanê bi benzînê derxistibû bi sedan donim erd şewitand. Şewat her diçe mezintir dibe li gelek herêman bi rehetî tê dîtin ber bi herêmên Mêrga Kêşa û Kaniya Spî ve belav dibe. Welatiyên dixwazin vemirînin jî bi hinceta “ewlehiyê” tên astengkirin.
COLEMÊRG