Li Yewnanîstanê ji ber şewata li daristanê herî kêm 50 kes mirin. Li vîlayeke li Matî ku li peravê rojhilat ê herêma Attîka ye, doh danê sibehê cenazeyên 26 kesan hatin dîtin ku bi temamî şewitîbûn. Ji êvara Duşemê û vir ve jî 24 kes mirin. Hate ragihandin ku ji ber şewata li daristanan bêhtirî 50 kesan mirine. Ji ber şewatê 150 kes jî birîndar bûn ku rewşa 11an ji wan giran e. Şewata li herêma Attîkayê rû dayî, sibeha Sêşemê jî nehatibû kontrolkirin. Li herêmên cuda yên Yewnanîstanê jî doh bi şev şewatê dest pê kir. Tê gotin ku pirraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, li derdora Matî, asê mabûn. Yewnanistan ji bo ku ji hevkarên xwe yên Ewrûpî alîkariyê wergire, mekanîzmaya parasina sivîl a Ewrûpayê xiste nava liv û tevgerê. Hikûmetê her wiha xwest, alîkarî ji wan re bê da ku bi balafirên keşfê yên bê mirov ên DYE’yê liv û tevgera bi guman bê tespîtkirin. Berdevkê hikûmetê got, 15 nuqteyên herêma Attîkayê di heman demê de şewetîne. Beriya niha di şewatên bi vî rengî de karên sabotajê yên deweta Tirk berpirsiyar hatibûn girtin. ATÎNA